Avahîsaz Halîme Beyazit: Krîza aborî sektora înşatê jî qedand

  • 09:15 31 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Avahîsaz Halîme Beyazit ku 15 sale li Amedê di sektora înşatê de cih digire, bi lêv kir ku ji ber krîza aborî nikarin bikevin îhaleyan û wih agot: “Ji bo em têkevin îhaleyan divê pere hebe, ji ber tune ye em nikarin cesaret bikin.”
 
Krîza aborî her diçe li welat kûr dibe û wek her qadê, sektora înşatê jî ji vê bi bandor bû. Avahîsaz Halîme Beyazit jî daxuyakirin ku ev sektor di rojên zehmet re derbas dibe û got ew berê bi usula Îhalê dixebitî û niha cesareta wê tune ye bikeve îhaleyan. Halîmeyê wiha berdewam kir: “Bi bilindbûna dolar re, di her sektorê de rawestînek heye, her wiha ev rawestin di sektora înşatê de jî tê jiyîn.”
 
‘Ez hewl didim karê xwe bidomînim’
 
Halîme ku di 2013’an de wek avahisaza karê hundirê avahiyê, li Navenda Kar a Galerîayê ofîs vekir, diyar kir ku demên ewil karê wê baş bûye lê niha her tişt sekiniye û got: “Min bi usula îhaleyan xebat dimeşand.Di cemawerî de min gelek xebat meşand. Beriya krîzê min digot karê mîmariyê zehmete. Lê niha ji ber krîzê ez nikarim karê xwe bikim.”
 
‘Em zehmetiyan dikşînin’
 
Halîmeyê bi lêv kir ku bi zêdebûna dolar e, sektora înşatê zehmetiyan dikşîne û got: “Ez beyî bikevim îhaleyan hewl didim karê xwe bidomînim. Em bixwazin bikevin îhaleyan jî pere tune. Em cesaret nakin.Em niha wisa sekinîne. Ez ketim nav hewldanên alternatîf. Ez tablo, berhemên cuda yên destan û perdeyên otantîk li vir difroşim.”
 
‘Dewlet li pişta me nîne’
 
Halîmeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di piyasê de rewşa jinên kedkar zehmete û got: “Tevî her tiştî mirov li ser piyên xwe bisekinin. Min di vê pêvajoyê de fêr kir ku divê mirov dest ji têkoşînê bernedin. Ez ê heta dawî têbikoşim. Ji ber dewlet ne li pişta me ye. Em hewldanên xwe dijîn.”