‘Me di feraseta rêveberiyê de gelek tişt guhertin’

  • 09:11 29 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED- Berdevka Dîwana Meclîsa Jinan a DTSO Nurten Muhsînoglu, da zanîn ku wan di feraseta rêveberiyê de gelek tişt guhertine û wiha got: “Em bi xebatên xwe mînakin. Ev tiştên me pêk anîne wê di pêşerojê de jî belav bibin.”
 
Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) li Tirkiyeyê xebatek yekem pêk anî û ji bo zor û zehmetiyên aborî yên jin dikşînin û ji bo pirsgirêkan ji holê rabikin piştgiriyê dide, ji bo hejmara jinên hewldêr zêde bibe Meclîsa Jinan di bin bana xwe de ava kir. Meclîsa Jinan a DTSO di 23’ê gulanê de civina xwe pêk anî û berdevka dîwanê û endamên wê diyar kirin.
Berdevka Dîwana Meclîsa Jinan Nurten Muhsînoglu der barê xebatan de axivî û da zanîn ku wan civîna xwe ya ewil pêk aniye û civîn gelek baş derbas bûye, tevî ku civîna ewil bûye, gelek tişt guhertine. Nurtenê bi lêv kir ku ji bo jin di qada jiyana xebatê de bi bandor be xebatên xwe bimeşînin.
 
‘Me jiber xera kirin, ked da xuyakirin’
 
Nurtenê balkişand ser Berdevkiya Demî û daxyakirin ku wek Meclîsa Jinan a DTSO di feraseta rêveberiyê de jiber xera kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me rêziknameyê de diyar kir ku em pergala serokatiyê qebûl nakin, li şûna vê berdevkiya demî dixwazin. Armanca meclîsa Jinan eve ku jin bê dîtin, keda wan bê dîtin û rayeya jinê zêdetir be. Jinên meclîsê wê her sal vê dorveger temsîl bike.”
 
‘Heta roja dawî em payîn ku jin bibin namzet’
 
Nurtenê destnîşan kir ku di dema xebatan de der barê îstîhdama jinan a derveyê qedê de pirsgirêkên cidî tespît kirine û ev tişt got: “Emê projeyan şopdarê bûyera îstîhdamê bin.Di vî alî de Meclîs Jinan tenê pêngave. Me bi xebatan îmze avêt tiştên girînge. Heta heta roja dawî payîn ku jinên dixwazin bibin namzet. Me gelek hewldan da. Em bi xebatên xwe mînak in.”
 
‘Em ê meclîsên xwe zêde bikin’
 
Nurtenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê Meclîsa Jinan li sazî û sendîkayan pêk bê û Meclîsa Jinan a girêdayê DTSO hatye avakirin jî bandor li hemû sazî û dezgeyan kiriye. Nurtenê daxuyakirin wê meclîsên xwe zêde bikin.