Jinên esnaf: krîza aborî ne tenê bêrîk, psîkolojî bi bandor kiriye

  • 09:11 26 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Li Amedê jinên esnaf diyar kirin ku ji bo dukanên xwe negirin li ber xwe didin û diyar kirin ku krîza aborî ne tenê li ser bêrîka wan, li psîkolojiya wan jî bandor kiriye.
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî ya her diçe giran dibe herî zê de bandorê li ser jinan dike. Jinên esnafên Dan û Standinê ya Galerîyayê diyar kirin ku ew ji bo dukanên xwe negirin li ber xwe didin û li dijî krîza aborî têdikoşin.
 
Jina bi navê Zelîha Tantekîn ya 40 salî ku 15 sale li Galerîayê esnafiyê dike, da zanîn ku ev navenda ku berê cihê herî qerebalix bû niha tenê 10 esnaf lê hene û got: “Ez dukana xwe ji 08.00’an heta 19.00’an vekirî dihêlim. Di 11 saetan de tenê çend muşterî tên. Em nikarin tiştekî bifroşin. Beriya krîzê dukana me deqeyekê vala nedima.”
 
‘Bandor li psîkolojiya me jî kiriye’
 
Zelîhayê anî ziman ku krîza aborî bandor li ser psîkolojiya wan jî kiriye û ji ber vê rewşa esnafan malbat û civak jî bi bandor bûne. Zelîhayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku sedema krîzê şer e, pergaleke nû jî bi guherîna hikûmetê pêkane.
 
‘Em bi saya turîsan li ser piyane’
 
Halîde Kaçmaz ya li Deriyê Çiyê ya Sûrê dukana wê ya Bîjuterî heye, wiha got: “Rewşa jinên esnaf ji xwe zehmete, krîza aborî jî lê zêde bûye û gelek esnafên jin ji ber vê dukanên xwe girtin. Dukanên me niha bi saya turîstên Îranê li ser piyane.”
 
‘Krîzê bandorek mezin kir’
 
Berfîn Aktaş jî ya ligel Halîde Kaçmaz dixebite, diyar kir ku beriya krîzê jin beyî dan û stan ji dukanan dernediketin û got krîza aborî bandoreke mezin li ser jiyanê kiriye.
 
‘Em bi zehmetî jiyanê didomînin’
 
Fatma Esen jî destnîşan kir ku wan ji bo aboriya xwe ji Eskîşehîrê koçî Amedê kirine û 10 sale li kolanên Sûrê xişirên ku ew çê dikin difroşin. Fatmayê wiha got: “Li Eskîşehîrê ji ber krîza aborî me kar nedît. Em li vir bi zehmetî li ser piyan disekinin. Krîzê tenê li bêrîka me nexist. Di heman demê de psîkolojiya me jî serobino kir.”