Bi hatina havînê re jinan dest bi çandina şitlan kirin

  • 09:04 25 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Li Dêrikê ji ber meha Nîsanê bi baranek bandor derbas bû, çandina şitlên sebzeyan mehekê hat taloqkirin û bi germbûna hewayê re jinan berê xwe dan ser erdan.
 
Mêrdîn a di alî erd û deşta xwe ya dewlemend tê zanîn gel piranî debara xwe bi faaliyetên çandiniyê dike û li baxçeyan dest bi çandina şitlan hat kirin. Şitlên di meha Nîsanê de divê bihata çandin ji ber baranê mehekê dereng hat xistin. Gel niha li baxçeyên xwe şitlên sebze û fêkî diçîne. Li Dêrikê jin bi germbûna hewayê re ketin tevgerê û çûn baxçeyên xwe.
 
Hem çandin hem avdan li ser milê jinan e
 
Jinên Dêrikê tevî di meha Remezanê de ne jî çûn ser erdê xwe kolandin û avdan kirin. Sakîne Ezgîn ku li ser erdê xwe bi alîkariya cîranên xwe şitlên xwe diçîne wiha got: “Di esasê de divê me di meha nîsanê de biçîniya. Lê ji ber baranê ma niha. Em şitlên xwe digirin û diçînin. Em cihên lê diçînin dikolon û şitlan diçînin. Piştre jî em her roj av didin. Di dawiya havînê de em berhemên xwe êdî digirin.”
 
Sakîneyê bi lêv kir ku di salên dawî de ji ber şertên demsalê darên zeytûnan û baxçeyên wan wek berê berhem nadin û wiha dawî lê anî: “Wek berê av naherikin. Havîn pir germ in, dar û şitlên me baş nagihêjin. Heta niha divê darên me yên zeytûnan şîn bibûna. Lê piranî hîna mezin nebûne, dirizin.”