Wesayîta karkerên cotkariyê qelibî: 13 kes birîndar bûn

  • 12:12 17 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
AKSARAY - Li ser rêya  Aksaray-Konya'yê wesayîta karkerên cotkariyê yên demsalî qelibî û 13 kes birîndar bûn. 
 
Li ser rêya  Aksaray-Konya'yê wesayîta karkerên cotkariyê yên demsalî ya ku ji Rihayê derket ser rê, qelibî û 13 kes birîndar bûn. 
 
Hat diyarkirin ku karkerên bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê niha rewşa wan baş e.