Alamanagi ya Cînayetên Kar a 2018’an derket

  • 09:23 17 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
STENBOL - Koma Piştgiriya Kesên Li Edeletê Digerin, Almanagi ya Cînayetên Kar a 2018’an derxist. Di beşa têketinê ya Almanagi de ku diyariyê zarokên di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane hatine kirin, de armanc û daxwazên malbatan hat nivîsin û malbatan diyar kir ku bi salane di têkoşîna ku didin de tenê hatine hiştin.
 
Almanagi ya Cînayetên Kar a 2018’an ji aliyê Koma Piştgiriya Kesên li Edeletê digerin ve hat derxistin. Koma ku 7 sal in hewl dide cînayetên kar di hişan de bimîne û karkerên jiyana xwe ji dest dane neyên jibîrkirin, Almanagi ya ji cînayetên kar yên di çapemeniyê der hatine dîtin, ava kir. Li gorî Almanagi di 2018’an de 66 zarok, 49 jin, herî kêm hezar û 872 karker di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji xwe dest dane. Almanagi ya îsal jî ji bo zarokên jiyana xwe ji dest dane hat amadekirin.
 
Di Alamanagi de hat diyar kirin ku Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakî di çarçoveya ‘Bernameya Neteweyî ya Têkoşîna Bi Karkeriya Zarokan re’ berpirsyarî daye 15 saziyên berpirs lê saziyan karê xwe nekirine. Malbatên Karker di beşa ketinê ya Almanagi de armanc û daxwaz nivîsîn û diyar kirin ku di têkoşîna ku bi salane didin de tenê hatine hiştin û gotin qêrîn, hêrs û şewata kezeba wan di çapemeniyê de tenê wek alava reytîngê hatine bikaranîn. Her wiha hat gotin ku sendîka, odeyên pîşeyî, hunermendan di alî ku wijdanan bikin tevgerê de qels mane. 
 
Qada Galatasarayê hat qedexekirin
 
Di Alamanagi de hat destnîşan kirin ku bi teblîgata Qeymeqamtiya Beyoglu, bi hinceta Qada Galatasarayê ji çalakiyan re hatiye girtin, destur ji bo Nobeta Edelet û Wijdanê ya 75’an nehatiye dayîn û heta kanûna 2018’an di her nobetê de rastî heman qedexeyan hatine. Her wiha hat destnîşan kirin ku her 28’ê nîsanê de karkerên di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin û hat xwestin ku divê 28’ê nîsanê Roja Şîn û Bibîranînê bê îlankirin.