Ji bo karkeran qedexeya nû: Tuyê nexweş nekevî!

  • 09:30 16 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
Gulîsan Azak
 
AMED - Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Sendîkaya Genel Îş a Amedê Hanîfe Kardaş diyar kir ku li welatekî ewlehiya kar tune, cînayetên kar nayên ronîkirin, tenduristiya karker axaftin û girtina biryaran trajîkomîk e û diyar kir ku bi biryara Yekirina Îçtîhat a Dadgeriyê re nexweşketina karkeran sûc tê dîtin.
 
Dadgeriyê di rojên borî de biryareke ku bandorê li ser jiyana mîlyonan karkerî dike da. Li gorî biryara di rojnameya fermî de hatiye weşandin, peymana kar a karker ji ber pisgirêkên tenduristiyê dikare bê feskirin, beyî parastin û tazmînatê dikarin ji kar bên avêtin.
 
‘Biryar trajîkomîk e’
 
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Sendîkaya Genel Îş a Amedê Hanîfe Kardaş komkujiya Somayê bi bîr xist û wiha got: “Li welatekî ku ewlehiya kar tune, cînayetên kar nayên ronîkirin, tenduristiya karker axaftin û girtina biryaran trajîkomîk e.”
 
'Nexweşketina karkeran sûc e'
 
Hanîfeyê bi lêv kir ku ji bo di şertên Tirkiyeyê de kesekî dixebite nexweş nekeve hewcedariya wan bi mucîzeyan heye û xebatkar wek hêza kar a kapîtalîzmê tên dîtin, ji ber vê jî nexweşketina wan ji aliyê karsazan ve nayê qebûlkirin. Hanîfeyê daxuyakirin ku ji karkeran bendewariyeke divê xwedî hêza bi taybet bin tê payîn û wiha pê de çû: “Ji bo vê bendewariyê jî dive dewilet hikûmet derfetên kar yên karekeran baş bikin. Her roj gelek qezayên kar pêk tên û karker jiyana xwe ji dest didin. Li welat mafê karkeran ji aliyê hikûmetê ve tê xespkirin. Li vî welatî sendîkayîbûn sûc e, daxuyaniya çapemeniyê dayîn sûc e, pîrozkirina 1’ê Gulanê sûc e, mirinên di encama tunebûna ewlehiya kar de jî sûc in. Bi biryara dadgeriyê re jî nexweşî jî kirine sûc.”
 
‘Pêşiya avêtinên ji kar vedike’
 
Hanîfeyê her wiha bi lêv kir ku ev biryar keda karkeran tune dihesibîne û di seranserê desthilatdariya AKP’ê de keda karkeran her tim hatiye binpêkirin û wiha dawî lê anî: “AKP ku bi pergala navbeynkariya ferzkirî, nahêle karker bi riya dadgehê li mafê xwe bigire, BES’ê ferz dike, mafê tazmînatê xesp dike û niha jî tenduristiya karkeran dikin hincet. Bi vê pergalê jî hewl didin pêşiya ji kar avêtinan vebikin. Em ê li dijî polîtîkayên binpêkirinên yên xistine dewrê, bi hevalên xwe yên kedkar û karker re li ber xwe bidin. Em ê ji bo mafên xwe yên hiqûqî têbikoşin.”