Cilên bedew ji dirûnxaneya Newroz a Hesekê bigirin

  • 09:11 16 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
Semer El Esed
 
HESEKÊ - Dirûnxaneya Newroz a Taxa Nasra bi keda jinan a hevpar mezin bûye û berhemê xwe gihandiye gelek deverên din ên Rojava. Jinên ku li dirûnxaneyê dixebitin dibêjin:"Em gelek kêfxweş in ku bi keda destên xwe li ser piyan dimînin. Em bang li hemû jinan dikin ku di warê aboriyê de xwe pêş bixin."
 
Li dirûnxaneya Newroz a Taxa Nasra ya bajarê Hesekê hûn dikarin hemû şêwazên cilan bidin dirûn û li xwe bikin. 10 jinên di dirûnxaneyê de dixebitin bi rûgeşî pêşwaziya muşteriyan dikin. Dirûnxane di nava çar mehan de gelek pêş ketiye û xwe gihandiye heta firoşgehên Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê jî. Ji ber karê pak û şêwazên dirûnê yên rengîn heta derengî derê dirûnxaneyê vekiriye û yên ku digirin her dem hene. Jinên kedkar jî bê rawestan dixebitin û pêdiviyên kiryaran li gorî daxwazên wan dikin. Amadekarî dikin ji derveyî navenda dirûnxaneyê beşek ê firoşgehê li Hesekê jî vekin. 
 
‘Weke leşkerî û siyasî hewceye jin di aboriyê de jî pêş bikeve’
 
Ji xebatkarên dirûnxaneyê Mêrvet Kemal a ji Efrînê ragihand ku di pêvajoya amadekariyan de jî bi hev re xebitîne û wiha axivî: “ 7 mehan me bi hev re amadekarî kir. Me amadekarî qedandine, çar meh in me dest bi karê xwe kiriye. Di vê pêvajoya karê me bi hev re kir de, em hîn zêdetir hîn bûn ku dema hêz û keda jinan digihe hev çawa bedew dibe û tê hezkirin. Niha derê dirûnxaneyê vala nabe, kiryar gelek zede ne. Em jî hewil didin bidin bersiva pêdiviyên kiryaran. Jixwe em amadekariyên vekirina firoşgehekê jî dikin, ji bo ku karê dirûnê ji yê dan û sitandina kiryaran cuda bibe.”
 
Mêrvetê armanca wan ji vekirina karê dirûnxaneyê jî wiha anî ziman: “Armanca me ji dirûnxaneyê ew e ku aboriya jinan pêş keve û jin bê kar nemîne. Ji ber di demên dawiyê de jin di milê leşkerî û siyasî de cihê xwe girt, me xwest ku jin di milê aborî de jî cih bigire û bi karê malê re sînordar nemîne.”
 
Mêrvet di dawiya axaftina xwe de  bang li hemû jinan kir ku tevlî kar û xebatên aboriyê bibin.  
 
‘Di çar mihan de kar berfireh bû’
 
Heyfa Hemo jî bi lêv kir ku di nava demek kin de wan karê xwe mezin kiriye û got: “Ev 4 heyvên min e ku ez karê dirûtinê dikim kar xweş derbas dibe. Di nava çar mehan de me xwe gihandiye gelek kargehên bajarên din jî. Her diçe em şêwazên cuda pêş dixin û hewil didin pêdiviyên kiryaran bînin cih.”
 
Heyfa bang li hemû jina kir ku tevlî karê dirûtinê bibin û got bila tirsa jinan ji tiştekê tune be ji ber ku karê mêr dike jin dikare du qatî mêr bike.
 
‘Xebata bi hev re hêz e’
 
Şêrîn Mihemed Şêxo jî da zanîn ku ji bo di aliyê ked û aboriyê de kêm nemîne di dirûnxaneyê de cîh girtiye û wiha dom kir: “Tevlîbûna min ji vî karî re ji bo ku ez alîkariya malbata xwe bikim. Berê min karê dirûtinê li mal dikir, lê dema min nas kir ku dirûnxaneyek hatiye vekirin ez hatim min li vê derê karê xwe domand. Xebata bi hev re hêz e. Ji bo wê jî hewceye em ji malan derkevin û bi hev re dirûnxaneyê berfireh bikin.” 
 
Şêrîn xwest ku ger jin nizanibe kar jî bila xwe fêr bike û ji zindana malê derkevin.