'Ji keda 45 salî min jiyan û pêşeroj ji bo zarokên xwe afirandin'

  • 09:03 12 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
Roj Hozan 
 
QAMIŞLO - Dayika Şikriya Husên a bi temenê xwe yê 70 salî firotina mirîşkan dike. Dayika Şikriye ya bi xebatê serbilind e wiha dibêje: "Ji keda 45 salî min jiyan û pêşeroj ji bo zarokên xwe afirandin, ez jineke serfiraz im bi vê xebatê, sebra min bê ked nayê."
 
Yek ji mînakên dayikên xwedî ked di afirandina jiyanê de dayika Şikriya Husên a bi temenê xwe 70 salî ye û li ser rêka giştî a Taxa Xerbî li Qamişloyê dikana wê a mirîşkan heye. Dayika Şikriya bi eşqeke mezin nêzî karê xwe dibe û dibêje: "Rihê min ciwan e, sebra min bê ked nayê."
 
'Divê jin bibe bersiv ji hemû zehmetiyên jiyanê re' 
 
Dayika Şikriya bal kişand ser destpêkirina xebata xwe û wiha got: "Berî 45 salî hevjînê min çû ser dilovaniya xwe, wê çaxê zarokên min hemû biçûk bûn 6 keç û sê law bûn, barê min pir giran bû gelek caran min digot ez ê çawa wan xwedî û mezin bikim. Heta dawiyê min hêza xwe li ser hev kom kir û ji xwe re dikana mirîşkan vekir û dest bi firotina mirîşkan kir.  Ji keda 45 salî min jiyan û pêşeroj ji bo zarokên xwe afirandin. Min hemû dan xwendin her çiqas  jiyan zehmet jî be divê bawerî mezin be. Ez jineke serfiraz im bi vê xebatê, divê jin bibe bersiv ji hemû zehmetiyên jiyanê re." 
 
'Têkoşîna min bi jiyanê re didome' 
 
Dayika Şikriya di berdewamiya axftina xwe de  wiha qala qîymeta mirovên xwedî ked dike û got: "Ji xwe xebatê min jî ji siharê zû dest pê dike. Her roj berê xwe didim dikana xwe û di saetên êvarê de vedigerim malê. Berê min bi tena xwe ev dikan bi rê ve dibir, niha lawê min hindekî mezin bûye û alîkariyê dide min. Her çiqas ez diwestim jî ez ewqas kêfxweş im jî ji ber dema mirov xwedî ked be  hewceyî tu kesî nabe, xebata jinê ne şerm e. Dema ku ez bizanibim min ji bo civaka xwe xizmeteke baş kiriye, wê çaxê tiştek ku jê şerm bikim tunye. Divê jin qiymeta keda xwe  bizanibe. Ez heta niha jî dibêjim temenê min mezin e, lê rihê min ciwan e sebra min bê ked nayê. Heta ku ez bijîm, ez ê zarokên xwe jî fêrî qiymetdayîna watedariya kedê bikim. Têkoşîna min bi jiyanê re wê bidome. Ez ê bi dilekî germ tim bi jiyanê re bikenim."