Li welat jiyana bi KHK’ê

  • 09:17 7 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
Berîtan Canozer
 
AMED - Rozerîn Çatak ya KHK’î diyar kir ku kesên ku bi KHK’ê hatine îxrackirin hewl tê dayîn ku jiyana wan bê îpotekirin û got ji her alî de êrîş li hember wan pêk hatiye û xwestine hemû qadên jiyanê ji destê wan bê girtin. Rozerînê bi lêv kir ku hemû kesên KHK’î tên tecrîdkirin, ev polîtîkayek tecrîdê ye lê wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Rozerîn Çatak bi KHK’a hejmar 675 piştî hewldan darbeya 15’ê Tîrmehê ji peywira wê ya li li Nexwexana Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargirîl ji peywirê hat girtin. Rozerînê piştî îxracê tiştên jiya vegot û binpêkirina mafên welatîbûnê nirxand. 
 
Rozerînê destnîşan kir ku îxracên herî zêde li bajarên herêmê bi KHK’a hejmar 675 hatiye kirin û ew jî bi vê KHK’ê ji kar hatiye derxistin. Rozerînê bi lêv kir ku hîna têkoşîna wan ya hiqûqê didome, lê îxrackirina wan ne biryarek hiqûqî, siyasî ye. Rozerînê ev tişt bi lêv kir: “Sala nû ez hatim îxrackirim min di alî aborî de pir pirsgirêk jiya. Piştre min ev pêvajo derbas kir û min têkoşîna sendîkal berdewam kir, bi piştgiriya sendîkayê ez di alî aborî de hinek rehet bûm. Her wiha piştî îxracê ji ber betaliyê ez katim valahiyekê, di nava rojê de valahî ji min re balkêş dihat. Piştî ez dîsa çûm sendîkayê hêsan bû ku ez vê pêvajoyê ji ser xwe bavêjim.”
 
‘Kes naxwaze me bigire kar’
 
Rozerînê destnîşan kir ku rehetiyek memurbûnê hebû û wiha got: “Gelek hevalên min heman tiştî dibêjin. Dema em memur bûn em nedikarî tevlî hinek xebatan bibin. An jî em her tim aktîf tevlî nedibûn. Piştî em îxrac bûn ez dikarim bêjim ku em azad bûn. Bandora neyînî jî ev bû ku em di civakê de cuda hatin dîtin. Dema me dixwest em di karekî de bixebitin, digotin hun KHK’î ne. Xwediyên kargeriyan nedixwest me bigirin kar. Bêguman em van nakin pirsgirêk.”
 
‘KHK wek alavekî hat bikaranîn’
 
Rozerînê di berdewamiyê de got di pêvajoya dawî de bi hilbijartinên herêmî re mafê hilbijartinê yên KHK’yiyan dîsa hatiye rojevê û got YSK’ê mazbatayên 6 hevşaredarên KHK’î yên ji HDP’ê hatine hilbijartin, nedayê. 
 
‘Bi KHK’ê xwestin îpotek bikin’
 
Rozerînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman wê jiyana me bidome. Em ê birçî nemînin. Em ê li ser piyên xwe bisekinin. Em jiyanê tenê di alî aborî de nagirin dest. Xwestin bi her alî de zext û êrîşan li ser me bikin. Xwestin bi KHK’ê jiyana me îpotek bikin. Yên KHK’î tecrîd dikin. Ev polîtîkayek tecrîdê ye. Ev bi me şûnde gavê nadin avêtin. Beriya em bên îxrackirin me aştî û demokrasî diparast. Piştî îxracê jî me parast. Me ji bo tiştên ku pê bawer kir têkoşîn da.”