Li Mêrdînê pîrozbahiya 1'ê Gulanê

  • 15:10 1 Gulan 2019
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Di pêşengiya Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê, li Mêrdînê 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran hat pîrozkirin. DI pîrozbahiyê bal hat kişandin ser grevên birçîbûnê û hat xwestin ku tecrîd bê rakirin.
 
Di pêşengiya Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê de, li Mêrdînê 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê hat pîrozkirin. Li Mêrdînê kedkaran, jinan, kedkarên cemaweriyê û dayik derketin qadan. Ji ber Walîtiye destûr neda li nava bajêr pîrozbahî bê kirin, 8 kîlometre dûrê bajêr li ber Salona Sporê ya Ser Girtî ya Artukluyê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin. Li Parqa Karayollari  girseya ku hat gel hev ji vir heta salona sporê meşiya.
 
Dayikan bi pankart û dowîzên di destê xwe d bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û  rojiya mirinê. Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Bijî 1'ê Gulanê”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bila tecrîd rabibe girtî bijîn” berz kirin. Ji bo êrîşên li dijî dayikan hatin kirin jinan bi armanca piştevaniyê laçikên spî dan serên xwe. Girse bi meşê ber bi qada pîrozbagiya ku bê kirin ve meşiya.  Girse piştî lêgerînê derbasî qadê bû.
 
Beriya axaftinan deqeyek rêz hat girtin. Pîrozbahî bi axaftinan dest pê kir. Di serî de Berdevkê KESK’ê Mustafa Bozan axivî. Mustafa, ji ber Walîtiyê destûr neda li Parqa Karayollari pîrozbahiya xwe bikin walîtî şermezar kir. Mustafa, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku heta grevên birçîbûnê berdewam bikin dê ew ê jî deng bidin wan.
 
'Dengê zarokên me bibihîzin'
 
Piştre li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Perihan Altug axivî. Perihan, di axaftina xwe de ev tişt got: “Deng bidin çalakiya birçîbûnê ya zarokên me. Deng bidin me dayikan. Em ji aliyê jiyan û azadiyê ne. Bila tecrîd bi dawî bibe. bila zarokên me bijîn. Em naxwazin ku ji girtîgehan cinaze derbikevin. Ev bêdengî dikûje. Di demeke nêz de dawî li vê bêdengiyê bînin. Bang li Wezîrê Edaletê dikim; dengên zarokên me bibihîzin û daxwaza wan bi cih bînin.”
 
Dê berxwedan mezin bibe
 
Herî dawî jî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altındag axivîn. Ahmet, bal kişand ser grevên birçîbûnê û bang li Wezîrê Edalet û Serokkomar kir ku bikevin nava tevgerê. Fîgen jî 1’ê Gulanê li hemû kesan pîroz kir û da zanîn ku ev têkoşîn û berxwedan dê mezin bibe.
 
Herê dawî jinan laçikên spî yên ku li serê wan bûn ji bo êrîşên dayikan şermezar bikin avêtin erdê.
 
Pîrozbahî  piştî axaftinan bi bi govenda li ber Ribabê  bi dawî bû.