Ji lîderiya îhracatê, ber bi şampiyoniya îthalatê ve!

  • 09:17 25 Adar 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Tirkiye ya ku demekê ji 7 welatan yek ya ku di çandiniyê de xwe bi rê ve dibir, niha ji ber polîtîkayên hikûmetê ber bi şampiyoniya îthalatê ve diçe.
 
Ji ber piştgiriyek têr ji bo cotkaran nayê dayîn û qadên çandiniyê yên bi bandor her diçin kêm dibin, rekolteya hilberînên hewcedariya sereke yên Tirkiyeyê jî kêm bû. Piştgiriya pêwist ya butçeya divê ji bo cotkaran bê dayîn, nayê dayîn û rêjeya qadên çandiniyê jî roj bi roj têk çûn. Di qada çandiniya genim de 22 mîlyon, di qada çandiniya ceh de jî 13,5 mîlyon de kar kêm bû. Desthilatdariya siyasî jî li şûna piştgiriyê cotkanan berê xwe da îthalatê.Tirkiye di lîderiya îhracata çandiniyê de bi lez ber bi şampiyoniya îthalatê ve dimeşe. 
 
Erdên çandinî û hejmara cotkaran alarmê didin. Di 2003’am de hejmara cotkarên qeydê pergalê 2,8 mîlyon bû. Di 2017’an jî ev ket 2.1 mîlyonekê. Yanî 700 hezar cotkar derketin derveyê pergalê. Her ku lêçûna cotkaran zêde bû, dest ji hilberînê berdan. Dema hilberîn tunebe, îthalat jî zêde. Ev jî li hilberîner dixe. 
 
‘Divê cotkar biçin koperatîfê’
 
Odeya Zîraatê ya Amedê, hikûmeta AKP’ê ji zêdebûna rêjeya artêşa îthalatê berpirs dibîne û van tespîtan dike: “Mînak pembo ji cotkaran re ma. Nikaribûn bifroşin. Di vê mijarê de hikûmetê tiştek nekir. Di qadên çandiniyê de pirsgirêkên me yên cidî hene. Li Amedê nîskên sor çandiya wê pir zêde ye. Lê ji ber lêçûn zêde ye û piştgiriya hikûmetê kêm e, hilberîn jî dikeve. Ev pirsgirêk jî dibe sedema valabûna qadên çandiniyê. Herêmeke ku hilberîna wê tunebe aboriya wê jî mezin nabe. Girêdayî vê enflasyon jî zêde dibe. Dema mirov li daneyên TUÎK’ê binêrin, şûndeketinên cidî tên jiyîn. Wezîrê Çandiniyê bi israr e ku van pirsrgirêkan nebîne. Ji ber vê pêşniyara me ev e ku cotkar biçin koperatîfê.”