Jin li dijî krîza aborî berxwe didin

  • 09:11 15 Adar 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Kevser Onder û Sîbel Karaman ên ku dukana ‘Tîr û xwarinên ji hevîr vekirine, 4 jin girtin cem xwe û karê xwe dimeşandin. Lê piştî ku krîza aborî li Tirkiyeyê rûda êdî  dukana wan ji ber krîza aborî hatiye asta girtinê.
 
Li navçeya Îpekyolu ya Wanê li taxa Alîpaşa, 5 sal berê Kevser Onder û Sîbel Karamanê dukana ‘Tîr û xwarinên ji hevîr’ vekirin û niha li hember krîzê li  ber xwe didin. Di dukanê de kutilk û nanê tenik tê çêkirin. 
 
‘Em hatin asta girtinê’
 
Kevserê diyar kir ku ji ber bihabûna ard, êdî nikarin karekî bikin û wiha got: “Li vir her jinek karê wê cuda ye. Em sibehê dukanê vedikin. Ez manti çêdikim. Manti li bajarê me zêde nayê bikaranîn. Lê dema  ku dîtin em çêdikin eleqe nîşan dan. Lê ji ber bihabûna ard em neçar man bihayê manti zêde bikin lê ji ber kêm tê kirîn em zerarê dikin.”
 
Kevserê destnîşan kir ku li dukanê bi giştî 6 kes dixebitin û wiha pê de çû: “Ev 5 sale em bi hev re dixebitin. Em xebatên xweş dimeşînin. Em kedê didin. Ya keda me tune dike jî krîza aboriye. Tevî her tiştî em hewl didin dukanê li ser piyan bigirin.”
Sîbel Karaman jî destnîşan kir ku kargeriya wan li taxê mînake û wiha got: “Her jin ji bo hewcedariyên xwe divê bixebitin. Jinên di alî aborî de li ser piyên xwe bisekinin dikarin li dijî her cureyê şîdetê jî têbikoşin.”