Kedkarên destvala ji bazarê tên mal: Em nikarin debara xwe bikin

  • 09:17 14 Adar 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Jinên ji ber polîtîkayên şer nikarin fêkî û sebze ji bo mala xwe bigirin, diyar kirin ku destvala vedigerin malê û gotin rastî ev e ku nikarin debara xwe bikin.
 
Krîza aborî bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Li Wanê di 7 rojên hefteyê de bazar her roj li taxekê tê avakirin û ji ber bihayên bazaran hinek din kêmtir e jin diçin bazaran. Li bazara riya Îskeleyê ya Îpekyolu, jinan bertek nîşan da ku ew nikarin kîloyek tiştekî bikirin.
 
‘Me mehek din bê sebze derbas kir’
 
Ayten Hazan a ji bo zarokên xwe cil û bergan bigire hatiye bazarê got ji ber bihayan nikarin tiştekî bikirin û wiha got: “Zivistanê di navbera bihayê goşt û sebze de cudahî tune ye. Em nikarin bi meaşê teqawîtbûnê debara xwe bikin. Em nikarin dawiya mehê bînin. 4 xwendekarên min hene. Em nikarin ji bo mutbexê tiştekî bikirin.”
 
Naîme Çellî jî bi lêv kir ku bila xwedê vê zilmê qebûl neke û got: “Pîvana şîn kîlo 6 Tl, hemû sebze di ser 5’an de ne. Em nikarin debara xwe bikin. Êdî ev zilm bila bi dawî be.”
 
Emîne Kurt jî bertek nîşan da û got her hefte ji bazarê dikarin nîv kîlo sebze bigirin û got vê hefteyê tiştek negirtiye, meheke rûyê fêkî nedîtine.