Dirûşma 8’ê Adarê ya jinên KESK'Î: Jin têkoşînê dikin cîhanê azad dikin

  • 09:55 6 Adar 2019
  • Ked/Aborî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Jinên KESK’ê bi dirûşma ‘Jin têkoşînê dikin cîhanê azad dikin’ wê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Sekretera Jinan a BES’ê Banu Aykoç got wê bi berxwedana çalakiya greva Leyla Guven jî qadan silav bikin û got: “Ji bo em dengê Leylayê bidin bihîstin 8’ê Adarê derfet e. Divê em tirsa xwe têk bibin, ji bo azadiyê hemû li qadan bin.”
 
Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy û sekretera jinan a BES’ê Banu Aykaç, daxwaz û girîngiyên 8’ê Adarê vegotin. 
Gulîstanê got dirûşma ‘Jin têkoşînê dikin cîhanê azad dikin’ hemû jinan temsîl dike û got: “Jin li her derê li dijî şer li dijî êşên zîhniyeta mêr diafirîne têdikoşin. Jin li her derê cîhanê ji bo nasname, maf û bedena xwe têdikoşin. Mafê jinan heye ku li dijî her cureyê binpêkirinê serî hilbidin û di 8’ê Adarê de jî ev serhildan bûye rojeva sereke ya jinan. Ji ber vê pêvajoyek ku zêde hewcedarî bi piştevaniya jinan heye, pêwist e. Li welatê me 2 salan OHAL hebû. Yên herî zêde para xwe ji vê girtin jin bûn. 8’ê Adara îsal wê sala berxwedanê be. Greva Leylayê di roja 119’an de ye. Berxwedana flormarê rojên 300’î derbas dikin. Divê hemû jin li qadan bin, 8’ê Adarê xurt bikin. Ji bo 8’ê Adarê bibe betlana me têkoşîn da. Em dixwazin bi awayekî fermî bibe betlane. Daxwaza me ya karê bi ewle û heqdestê wekhev jî wê hebe.”
 
‘Em ê gotina xwe di 31’ê Adarê de bêjin’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku wê gotinên xwe yên der barê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê jî li qadan bêjin û got wê bersivê bidin bloga AKP-MHP ya ku jinan tune dihesibîne.
 
‘Em zêdetir xwedî li vê 8’ê Adarê derdikevin’
 
Banu Aykaç jî bi lêv kir ku wê bi dirûşma ‘em kirdeyên jiyanên xwe ne, em teslîmî tirsê nebin, em destûr nedin’ wê 8’ê Adarê pêşwazî bikin û got: “Êrîşên li hember kedkarên cemawerî gihaştine astên dijwar. Ji salên 1980’ê heta niha veguhestineke bi mantika sektora taybet pêk tê. Di vê çarçoveyê de binpêkirina kedê, xebata bê ewle, ya taşeron û bê qeyd belav dibe. Di qada cawemerî de binpêkirin zêdetir bû. Bi salane keda jinan tê binpêkirin. Di vê 8’ê Adarê de berxwedana Leyla Guven ji bo me gelek girîng e. Em ê di 8’ê Adarê de xwedî li berxwedana wê derkevin. Ji bo em dengê Leylayê bidin bihîstin 8’ê Adarê ji bo me derfet e. Divê em hemû jin ji bo parçekirina tecrîdê li qadan bin.