'Rihê xebata hevpar bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat'

  • 09:02 5 Adar 2019
  • Ked/Aborî
Rojda Seyidxan- Diyana Mihemed
 
HESEKÊ - Xebatkara Dirûngeha Lîlitê Warbîn Îbrahîm derbarê xebatên Dirûngeha Lîlitê de da zanîn ku ji bo debarê xebat pêwist e û wiha got:"Ji bo jin bixebitin û debara xwe bikin qadên xebatê divê hîn zêde bibin. Dirûngeha Lîlitê ji bo jinan dibe çavkaniya debarê. Jin  bi piştevaniyek xurt li Dirûngeha Lîlitê dixebitin."
 
Dirûngeha Lîlitê 3 meh berê li Amûda Kantona Qamişloyê hat vekirin. Xebatkara Dirûngeha Lîlitê Warbîn Îbrahîm derbarê xebatên Dirûngeha Lîlitê de diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava derfetên xebatê ji bo jinan hat avakirin û got:"Ji ber şoreşê derfetên baş ji her qadê ji jinê re ava kir niha jin bi awayekî azad dikarin li Dirûngeha Lîlitê bixebitin. Jinên ku dixebitin piştevaniya hevdu dikin û bi xebatek hevpar li ser piyên xwe disekinin."
 
'Em gelek bextewar in'
 
Warbînê wiha got:"Em 11 jin li Dirûngeha Lîliltê dixebitin. Em serê sibehê dest bi kar dikin û heta piştî nîvro em dixebitin. Em her kes di beşên  cuda yên dirûnê de dixebitin. Em cilên rojane yên jinan û yên zarokan didirûn. Her wiha em cilên gelêrî jî didirûn. Her wiha li vir em perwerdeyê jî didin jinan. Piştî perwerdeyê jinên ku bixwazin bi me re bixebitin, dimînin. Li vir em dixwazin jin di nava xebatek hevpar de  bikaribin debara xwe bikin. Rihê xebata hevpar bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Em gelek bextewar in."
 
'Rihê xebata hevpar bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat'
 
Warbînê herî dawî wiha got:"Ji bo jin bixebitin û debara xwe bikin qadên xebatê divê hîn zêde bibin. Dirûngeha Lîlitê ji bo jinan dibe çavkaniya debarê. Jin  bi piştevaniyek xurt li Dirûngeha Lîlitê dixebitin. Ji ber şoreşê derfetên baş ji her qadê ji jinê re ava kir niha jin bi awayekî azad dikarin li Dirûngeha Lîlitê bixebitin. Jinên ku dixebitin piştevaniya hevdu dikin û bi xebatek hevpar li ser piyên xwe disekinin."