Berhemên keda destê girtiyan ji bo wan dibe debar

  • 09:38 4 Adar 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Girtiyên li girtîgeha Tîpa L a Panosê, berhemên bi destê xwe çêdikin, bi hevkariya malbatên xwe li derve didin firotin. Her wiha hatiniya ji van berheman jî dîsa ji girtiyan re tê şandin.
 
Girtiyên li girtîgeha Tîpa L ya Panosê ku bi keda destên xwe ji morîkan xem û xişikan çêdikin, bi hevkariya malbatên xwe li derve didin firotin. Gelek malbat diyar dikin ku di dema hevdîtinan de di alî aborî de pirsgirêkan dijîn û gotin ew tenê dikarin heqê  riya xwe derxin, nikarin pere ji zarokên xwe re razînin.
 
'Ji ber rewşa aborî em herdem nikarin biçin'
 
Canan Durmaz a ji bo Halît Abî û hevalên wî yên koxuşê li derve xeml û xişikan difroşe wih agot: “Em ji du mehan carê dikarin biçin cem birayê min. Berê li girtîgeha Tîpa T a Wanê dima. Surgunê Panosê kirin. 3 zarokên wî hene. Li aliyekî ji malbata xwe re dibe destek. Gelek zehmetiyan dikşîne. Bi hevalên xwe re xeml û xişikan çêdike. Debara xwe bixwe dikin.”
 
'Ji bo her parçeyekî bi setan dixebitin'
 
Cananê behsa zor û zehmetiya çêkirina xeml û xişikên ku tên çêkirin kir û got: “Dema em diçin hevdîtinê em nêzî 100  xeml û xişikên çêdikin digirin û tînin derve difroşin. Em pereyê wan jî ji girtîgehê re dişînin. Tizbî, bazin, aksesuarên cuda tên çêkirin. Tenê çêkirina kevok û kulîlekê 3 saetên wan digire. Yên dixwazin piştgiriyê bidin girtiyan van xem û xişikan digirin.”