Kongreya PYD'ê bi dawî bû
- 20:29 11 Çile 2019
- Rojane
KOBANÊ - Kongreya PYD'ê ku bi dirûşma “Bi vîn û rêxisitin, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” dest pê kiribû, bi nirxandina rewşa siyasi bi dawi bû.
1’emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya nevçeya Qinê ya Kantona ku bi dirûşma “Bi vîn û rêxisitin, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” dest pê kiribû, bi nirxandina rewşa siyasi bi dawi bû.
Pişinyarên ku hatin kirin wiha bûn:
Perwerdekirina hemû endamên PYD' ê, fêrbûna zimanê kurdî, hevsengiya di nava jin û mêr û tevlîbûna hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê.
Nîqaş ji aliyê endamên meclisê û mêvanên delege ve hatin kirin. Nîqaşên li ser rewşa aloziya Bakurê Sûriyê hat kirin.
Piştî nîqaşkirinê 60 endamên navçeya Qinê ji bo beşdarî Kongreya Kantonê bibin hatin hilbijartin.
Ji bo rêvebirina meclisa PYD`ê li navçeya Qinê 12 kes hatin hilbijartin. Jê 5` mêr û 7 jin in.
Kongre bi siloganên "Bi xebatek xurt ber bi jiyaneke azad" bi dawî bû.
Dê PYD kongreya xwe li herêma Firatê bidomîne.