Kongreya PYD'ê bi dawî bû 2019-01-11 20:29:36   KOBANÊ - Kongreya PYD'ê ku bi dirûşma “Bi vîn û rêxisitin, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke  demokratîk ava bikin” dest pê kiribû, bi nirxandina rewşa siyasi bi dawi bû.   1’emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  ya nevçeya Qinê ya Kantona ku bi dirûşma “Bi vîn û rêxisitin, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke  demokratîk ava bikin” dest pê kiribû, bi nirxandina rewşa siyasi bi dawi bû.   Pişinyarên ku hatin kirin wiha bûn:   Perwerdekirina hemû endamên PYD' ê, fêrbûna zimanê kurdî, hevsengiya di  nava jin û mêr û tevlîbûna hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê.   Nîqaş ji aliyê endamên meclisê û mêvanên delege ve hatin kirin. Nîqaşên li ser rewşa aloziya  Bakurê Sûriyê hat kirin.   Piştî nîqaşkirinê 60 endamên navçeya Qinê ji bo beşdarî Kongreya Kantonê bibin hatin hilbijartin.   Ji bo rêvebirina meclisa   PYD`ê li navçeya Qinê  12 kes hatin hilbijartin. Jê 5` mêr û 7 jin in.   Kongre bi siloganên "Bi xebatek xurt ber bi jiyaneke azad" bi dawî bû.   Dê PYD kongreya xwe li herêma Firatê bidomîne.