Bi gaza îsotê mudaxaleyî HDP'yan kirin
- 14:24 9 Çile 2019
- Rojane
ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê ji bo rêveberên xwe yên ku hatin binçavkirin daxuyaniyê bide. Lê rastî mudaxaleya gaza îsotê ya polîsan hat.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ya Enqereyê ji bo rêveberên xwe yên ku hatin binçavkirin daxuyaniyê bide. Lê rastî mudaxaleya gaza îsotê ya polîsan hat. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu û rêveberên HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan hinceta walîtiyê nîşan da û nehişt daxuyanî bê dayin.
Polîsan bi gaza îsotê mudaxaleyî Filiz Kerestecioglu û girseyê kir.
Girse bi dirûşma 'Zext nikare me têk bibe' bi dawî bû.