Bi gaza îsotê mudaxaleyî HDP'yan kirin 2019-01-09 14:24:51   ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê ji bo rêveberên xwe yên ku hatin binçavkirin daxuyaniyê bide. Lê rastî mudaxaleya gaza îsotê ya polîsan hat.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ya Enqereyê ji bo rêveberên xwe yên ku hatin binçavkirin daxuyaniyê bide. Lê rastî mudaxaleya gaza îsotê ya polîsan hat. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu û rêveberên HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan hinceta walîtiyê nîşan da û nehişt daxuyanî bê dayin.    Polîsan bi gaza îsotê mudaxaleyî Filiz Kerestecioglu û girseyê kir.    Girse bi dirûşma 'Zext nikare me têk bibe' bi dawî bû.