Ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê

  • 09:40 7 Çile 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê  ji ber barîna berfa zêde li navend, navçe û gundan  navber dan perwerdehiyê û dibistan ketin betlanê. 
 
Barîna berfê li gelek bajaran jiyan da sekinandin. Ji ber barîna berfê ya zêde li Colemêrgê û navçeyên wê  navber dan perwerdehiyê û dibistan qasî rojekê  ketin betlanê. 
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê walitiyan ve hatiye kirin hat gotin ku ji ber şert û mercê hewayî nebaş e dibistan qasî rojekê ketin betlaneyê.