Ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê 2019-01-07 09:40:14   COLEMÊRG - Li Colemêrgê  ji ber barîna berfa zêde li navend, navçe û gundan  navber dan perwerdehiyê û dibistan ketin betlanê.    Barîna berfê li gelek bajaran jiyan da sekinandin. Ji ber barîna berfê ya zêde li Colemêrgê û navçeyên wê  navber dan perwerdehiyê û dibistan qasî rojekê  ketin betlanê.    Di daxuyaniya ku ji aliyê walitiyan ve hatiye kirin hat gotin ku ji ber şert û mercê hewayî nebaş e dibistan qasî rojekê ketin betlaneyê.