Ezmûnên nîvê salê li Til Temirê hatin destpêkirin

  • 12:27 6 Çile 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Şagirtên dibistanan  bi moral û heyecanek pir mezin , li navçeya Til Temirê des bi êzmûnên nîvê salê kirin.
 
Îro  bi hezaran şagirtên navçeya  Til Temir ya bajarê Hesekê bi moral û heyecanek pir mezin berêxwe dan dibistanan ji bo ku bikevin ezmûnên nîvê salê.
 
'Serkeftina şagirtan li gorî nirxandina wan e ‘
 
Nûnera Dibisatana Nayif Salim Nesrîn Emîn diyar kir ku pêşketina şagirtan bi niraxndinê pêkane û wiha got: “Armanca me ji ezmûnan ew e ku şagirt bixwînin, ji ber ku  serkeftina şagirtan ji nirxandina wan diyar dibe. Ezmûnên ku ji refên sertayî hatin destpêkirin wê hefeyekê berdewam bikin û piştre wê betlaneya nîvê salê bê destpêkirin.”
 
Nesrînê di dawiya axftina xwede serkeftin ji hemû şagirtên dibisatanan re xweset.