Ezmûnên nîvê salê li Til Temirê hatin destpêkirin 2019-01-06 12:27:54   HESEKÊ - Şagirtên dibistanan  bi moral û heyecanek pir mezin , li navçeya Til Temirê des bi êzmûnên nîvê salê kirin.   Îro  bi hezaran şagirtên navçeya  Til Temir ya bajarê Hesekê bi moral û heyecanek pir mezin berêxwe dan dibistanan ji bo ku bikevin ezmûnên nîvê salê.   'Serkeftina şagirtan li gorî nirxandina wan e ‘   Nûnera Dibisatana Nayif Salim Nesrîn Emîn diyar kir ku pêşketina şagirtan bi niraxndinê pêkane û wiha got: “Armanca me ji ezmûnan ew e ku şagirt bixwînin, ji ber ku  serkeftina şagirtan ji nirxandina wan diyar dibe. Ezmûnên ku ji refên sertayî hatin destpêkirin wê hefeyekê berdewam bikin û piştre wê betlaneya nîvê salê bê destpêkirin.”   Nesrînê di dawiya axftina xwede serkeftin ji hemû şagirtên dibisatanan re xweset.