Bi sedan jin ji bo çareseriyek hevpar hatin gel hevdu

  • 13:35 5 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Jin ji çar aliyê Tirkiye li Stenbolê gihaştin hev. Jin bi dirûşmeya “Hevdîtina Jinan a Tirkiye" gihiştin hev û li ser rêbazên têkoşîna hevpar niqaş kirin. Jinan di civînê de diyar kirin ku dê heta dawi têbikoşin û peyama “Em serî natewînin! Em di malê de xwe hepis nakin! Em dest ji jiyana xwe bernadin!" dan. 
 
Rêxistina 164 jinan û LGBTÎ+  bi banga "Jin Bi Hevre Bi Hêz in" li Stenbolê kom bûn. Jin di Hevdîtina Jinan a Tirkiye de li hev kom bûn û peyama li dijî tundiyê yekîtiya xwe xurt bikin dan. Jin, ji çar aliyên Tirkiye wekî Amed, Êlih, Îzmir, Hatay, Samsûn û gelek bajarên din tev li vê hevdîtinê bûn. Jin 2 rojan li Navenda Hunerê ya Fûlya ya Beşiktaşê kom dibin û li ser rojevê jinê niqaş dikin. Ji Amedê jî Endamên Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKAP) beşdarî vê hevdîtinê bûn. Jinên ku li Stenbolê li hev kom bûn, dê bi hevre gelek civînan pêk bînin û li ser çareseriya pirsgirêkan niqaşan bikin. Endama DAKAP'ê Deniz Aktaş, Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Filîz Kerestecîoglu û Dilan Dirayet Taşdemir jî tev li civînê bûn. Civîn dê 2 rojan berdewam bike. 
 
Ewil Ji Koma Kampanya Jin bi Hev re bi Hêz in Çagla Akdere axivî. Çagla, diyar kir ku jin ji 40 bajarên Tirkiye hatine li vir kom bûne û wiha got: “Sala 2019'an dê bi jinan dest pê bike. “Me li mal, kar, kolan, zanîngeh, guhd, nobetên grevê,  meclîs, tax, dezgeh, komelê me dest ji her tiştê xwe berdan û em hatin. Em tu carî serî natewînin. Em tevgera jinan li gel her tiştî kom bûne û îro bi hevre ne. Em îteat nakin. Em di malê de xwe hepis nakin. Em dest ji yina xwe bernadin." 
 
Çagla, anî ziman ku bi rê û rêbazên cuda dixwazin wan bikin dijminê hev, lê jinên Tirkiye li dijî vê helwestê tevgera jinan bi reng û mezinbûnek zêde hatine li hev kom bûne. Em hêza xwe ji piştevaniyê digirin. Em dizanin em dikarin bi vê hêz û piştevaniyê cîhanê bihejînin. Me ev yek li Arjantîn, Îran, Zelanda, Amerika, Polonya û İspanya di serhildanên jinan de dît. Em Tevgera Jinan a Tirkiye vê hêzê ji nûve hîs dikin. Em ji bo hemû jinên hatin qetilkirin li hev kom bûne." 
 
Civîn piştî axatina destpêkê ji çapemeniyê re girtî didome. 
 
Civîn dê 2 rojan berdewam bike.