Li Bûrsayê jinek mecbûr ma ku dev ji zarokê xwe berde
- 13:35 5 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Dayikek li Bursayê ji ber xizaniyê neçar ma kurê xwe yê 3 salî li navendeka dan û stendinê deyne û terka wî bike.
Tevî hemû daxuyaniyên rayedarên hikumetê ku dibêjin krîza aborî nîne û tabloyên pembe yên tên xêzkirinê jî rewşa mirovên welat gihîştinê bi bûyerek balkêş derket holê. Li Bursayê dayikekê ji ber rewşa xizaniya xwe neçar ma ku kurê xwe yê 3 salî deyne navendek dan û sitendinê û terka wî bike.
Bûyer duh li navendek dan û stendinê ya navçeya Osmangazî ya Bursayê pêk hat. Dayikekê saet li derdora 15.30’an bir parka lîstikê ya AVM’ê. Li ser girîna kurikê biçûk peywîrdarên ewlehiyê çûn cem wî.
Ewlekaran demek li dayika zarok geriyan. Pişt re ewlekaran nîşeyek di berîka kurik de dît. Di nîşe de ev tişt hat nivîsandin: “Ez di rewşek zor de me. Rewşek min ku ez ê li kurê xwe binêrim nîne. Tekane çareya min ev bû. Bi tena serê xwe heta niha min dikaribû bikim. Ez nikarim li xwe binêrim. Di vê mijarê de naxwazim kurê xwe jî poşman bikim. Navê kurê min Hamza ye û navê min Gamze ye.”
Piştî dayikê terka kurê xwe kir, ewlekaran zarok radestî polîsan kir û wî birin miduriyeta polîsan.
Ji bo dîtina dayika kurik lêgerîn berdewam dike.