Dê Leyla Guven nikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe

  • 11:47 5 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Hat hînbûn ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ber rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e dê nikaribe beşdarî şûna dayika xwe bibe. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 59'an. Dayika Leyla Guven, Cevriye Guven (94) do jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Leyla Guven ji ber rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e dê nikaribe beşdarî şûna dayika xwe bibe. 
 
Agahiyên ku ji parêzerên Leyla Guven hatin girtin wiha ne:"Serê sibehê saet di 08.00'de hatin bi rîngê Leyla Guven bibin. Şekir, av û xwê jî dane wê. Lê vê serê sibehê rewşa Leylayê ne baş bûye û tansiyonê wê 9 û 7 xuya kiriye. Madê wê li hev diket û serê wê gêj dibû. Loma bi daxwaznameyê hatiye diyarkirin ku Leyla Guven ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dê nikaribe beşdarî şûna dayika xwe bibe."