Berxwedana li girtîgehan ji bo me hemûyan e: Deng bidin

  • 09:13 5 Çile 2019
  • Rojane
WAN - Xizmên girtiyan diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven a 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, daxwazên wan e û gotin: “Divê kes bêdeng nemîne. Ev berxwedan ji bo me hemûyan û Rêberê me hatiye destpêkirin.”
 
Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir û di roja 59’emîn de didome. Bi heman daxwazê di 16’ê Kanûnê de li 9 girtîgehên cuda greva birçîbûnê hat destpêkirin û ev çalakî roj bi roj mezin dibe. Bi Leylayê re pirsgirêkên tenduristiyê dest pê kirin. Jinan balkişandin ser rewşa Leyla û girtiyên din û banga hestiyariyê kirin.
 
‘Em li pişt zarokên xwe ne’
 
Xeme Peyan a li taxa Gundogdu ya Îpekyol a Wanê dijî bi lêv kir ku ew wek malbatên girtiyan xwedî li çalakiyên girtîgehê derdikevin û wiha gotin: “Em li pişt zarokên xwe ne. Fikir û nêrînên me tu car neguherîn. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên me bidomin. Em ê piştgriya xwe bidomînin.”
 
‘Ev berxwedan ji bo me hemûyan e’
 
Fehîme Peyan ku zarokê wê jî di girtîgehê de ye, daxuyakirin ku bedena zarokên wan dihele lê fikir û nêrînên wan li ser piyan e û wiha got: “Wê teqez encamek bê girtin. Divê her kes piştgiriyê bide greva birçîbûnê. Evqas mirovî ji bo azadiyê canê xwe dan. Girtî berxwe didin. Bila kes bêdeng nemînin. Ev berxwedan ji bo me hemûyan hat destpêkirin.”