Fatma bi hinceta ‘ewlehiyê’ terkî mirinê hatiye kirin!
- 09:09 5 Çile 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Fatma Yîgît li Sîlopiyayê di encama bombeya teqyayî de li ber mala xwe bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bûyerê de girtekên serlêdana sûc a 3 sal berê li Emniyetê hatibû kirin, hatin bidestxistin.
Li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê di 12’ê Mijdara 2015’an de li taxa Şehît Harun bombeyek avêtin kolanê û yek jê giran 5 kes birîndar bûbûn. Fatma Yîgît a 21 salî ku bi giranî birîndar bû, dema dibirin nexweşxaneyê 2 kîlometre ji nexweşxaneyê re mabû panzêran wesayet dan sekinandin û 3 kesên di wesayîtê de hatibûn derxistin û ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin derbkirin. Di vê navberê de jî Fatma di wesayîtê de ji ber windabûna xwînê jiyana xwe ji dest dabû.
Malbatê piştî bûyerê li Midûriyeta Emniyeta Sîlopiyayê gilî kir û serlêdana ku sê sale nehat dîtin, girtekên der barê wê de hatin bidestxistin.
Di girtekê de der barê rawestandina wesayîtê de ev îfade cih girtin: “Li cihê wesayît hatiye sekinandin, li ser anonsa ku kesên bi çek û roket li wir di tevgerê de ne, ji bo ewlehiya ekîb û kesên hatine girtin wesayît dane sekinandin û hatiye fêmkirin ku Fatma jî EX bûye. Kesên di ketina kolanê de sekinîne jî, çavdêrî kirine. Di têketina kolana 818’an de li hemberî ekîba me êrîşa çekdarî pêk hatiye. Di lêkolîna derdorê ya di ÎHA’yê de hatiye kirin jî kesên çek bi kar anîne nehatine dîtin.”
Di berdewamiya girtekê de hat gotin ku li taxa pevçûn lê hatiye jiyîn komek ji 7-8 kesan pêk tê birîndar bûne û hatiye dîtin ku yek birine wesayetek spî. Her wiha di girtekê de hat gotin ku 3 kesên ji wesayîta ku Fatma tê de bûye, hatine derxistin û derbkirin jî weke ku wan xwe derb kiriye, derbas kirin. Di girtekê de hat gotin ku ji ber li cihê bûyerê êrîş wê pêk bihata destûr nedane ku wesayet biçe, nexweşxaneyê.