Qeyûm stargeha jinan girt:Rêya ku jin bi şidetê rû bi rû bê hiştin, hat vekirin

  • 09:06 5 Çile 2019
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Dema qeyûm tayînî şaredariya bajarê Mezin a Wanê bû bi girtina Navenda Jiyanê ya Rojîn re stargeha jinan jî hat girtin. Stargeha ku bi erêkirin û kontrola Midûriyeta Xizmetên Civakî û Malbatî û Walitiyê ve hat vekirin bi hinceta ‘avahî ne baş e’ hat girtin û rêya ku jin bi şidetê rû bi rû bê hiştin, hat vekirin.
 
Navenda Jiyanê ya Rojîn a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 3’ê Çileyê 2014’an de bi awayekî çalak dest bi xebatê kir. Ewil 30 kes hatin îstîhdamkirin û piştre hejmar derxistin 50 kesî.
 
Xizmet da bi hezaran jinî
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Wanê statuya bajarê mezin bidest xist û bi vê re bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinê ve hat girêdan. Navendê bi Midûriyeta Lêkolîn û Perwerdeyê, Midûriyeta Pêşxistina Aboriya Jinê û Midûriyeta Têkoşîna Li hemberî Şîdetê xebatên xwe meşand.
 
Di gelek qadê de jî perwerde û semîner hatin dayîn. Li ser Rolên Zayenda Civakî perwerde dan hemû xebatkarên Şaredariya Bajarên Mezin.
 
Bi xebatên anketê şîdet hat tespîtkirin
 
Girêdayê Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê navenda şêwirmendî û stargeha jinan hat vekirin. Beriya qeyûm Îstasyona Derbasbûnê ya Wanê û navenda şêwirmendiya Erdîşê di asta avabûnê de bû. Piştî qeyûm hat tayînkirin her du naven jî hatin girtin.
 
Di bin bana Navenda Şêwirmendiyê ya di bin bana Midûriyetê de ligel pispor, psîkolog û pisporên xizmeta civakî xebat derbarê daxwazan de hatin meşandin û der barê şîdetê de anket hat kirin. Di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de bi Midûriyeta Lêkolîn û Perwerdeyê re gelek bername pêk hatin. Di heman demê de rewşa doza jinên hatine qetilkirin jî hatin şopandin.
 
Mêr tayînî navendê jinan kirin
 
Qeyûm çawa tayînî şaredariyê bû ewil serokên daîreyan û midûr guhertin.Mêr tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan kirin. Ji bo Midûriyeta Şaxa Lêkolîn û Pewerdeyê û Midûriyeta Pêşxistina Aboriya Jinan jî mêr tayîn kirin.
 
Stargeh hat girtin
 
Stargeha bi destûra Midûriyeta Xizmetên Civakî û Malbatî û Walitiyê ve hat vekirin jî bi hinceta avahî ne baş e hat girtin. Di stargehê de 44 jin û 39 zarok hebûn. Her wiha Navenda Jiyanê ya Rojîn jî hat girtin. Bi girtina stargehê re hem jin û hem jî xebatkarên wir hatin mexdûrkirin. Hasret Yilmaz a li navendê dixebitî wiha got: “Ez bi zarokên jinên stargehê re eleqeder dibûm. Hejmara serlêdanê diguherî. Carna bi jinan re jî eleqeder dibûm. Hemû jinên li wir rastî şîdetê hatibûn. Hemû ji hevjînên xwe reviyabûn. Ewlehiya wan tune bû. Bi girtina stargehê re mexdûriyeta jinan zêde bû. Qeyûm piştevaniya jinan a bi hev re qut kir.”