'Li dijî gef û dagirkeriyê em her amade ne'

  • 09:02 5 Çile 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endamên HPC-JIN'ê yên li Çiyayê Kizwanan bertek nîşanî gefên Erdogan dan û gotin:"Em ê li dijî dagirkeriyê û li dijî hevalên terorê li berxwe bidin. Erdogan jî hevalê terorê ye. Em ê rê nedin gefên wî. Li dijî gef û dagirkeriyê em her amade ne."
 
Derbarê gef û êrîşên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de Endamên HPC-JIN'ê yên li Çiyayê Kizwanan diyar kirin ku ew li dijî gefan serî natewînin û gotin:"Erdogan dibêje em ê şerê terorê bikin lê yê ku pişgiriyê dide çeteyan jî ew e. Dê berxwedana gel bi ser bikeve."
 
'Em ê bi ser bikevin'
 
Bedra Îsa da zanîn ku bi salan e gelê Kurd li dijî zihniyeta dagirker û faşîst li berxwe dide û wiha got:"Em bi tu rengî dagirkeriyê qebûl nakin û bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê rê nedin dagirkeran ku derbasî xaka Sûriyeyê bibin. Erdogan avakerê terora DAÎŞ'ê ye. YPG/YPJ û QSD'ê bi hezaran mirov ji destên DAÎŞ'ê rizgar kir. Lê Erdogan ji destpêkê heta niha her dem piştgirî da çeteyan. Li dijî gefên Erdogan û çeteyên wî dê têkoşîna me bidome. Em ê bi ser bikevin."
 
'Li dijî gef û dagirkeriyê em her amade ne'
 
Hekîma Elî jî wiha got:"Em Erdogan û hevkarên wî li ser axa xwe qebûl nakin. Lîstikên Erdogan û hevkarên wî dê negihêje armanca xwe. Dê polîtîkayên qirkirinê bi ser nekeve. Em ê li dijî dagirkeriyê û li dijî hevalên terorê li berxwe bidin. Erdogan jî hevalê terorê ye. Em ê rê nedin gefên wî. Li dijî gef û dagirkeriyê em her amade ne. Erdogan dibêje em ê şerê terorê bikin lê yê ku pişgiriyê dide çeteyan jî ew e. Dê berxwedana gel bi ser bikeve."