Kongreya Star: Bi rihê Sakîneyan dakevin qadan

  • 15:08 4 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyona Kongreya Star li Rojava, di 5’emîn salvegera qetilkirina sê jinên siyasetmedar de, ew bi bîr anîn û bang li tevahî jinan kir ku 9’ê Çileyê bi rihê Sakîne Cansiz û rêhevalên wê dakevin qadan û bersivek xurt bidin komplogeran.
 
Sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çileya 2013’an de bi komloyekê li Parîsê hatin qetilkirin. Koordînasyona Kongreya Star li Rojava, di 5’emîn salvegera qetilkilrina sê jinên şoreşger de, bi daxuyaniyek nivîskî ew bi bîr anîn.
 
‘Niha jî bi heman komployê projeya demokratîk dikin hedef’
 
Koordînasyonê diyar kir ku Sakîne Cansiz bi berxwedana xwe li dijî hişmendiya faşîst, di dîrokê de bûye bingeha tekoşîna jinan û wiha got: “Lewma jî Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, bûn hedefa hişmenidya desthilatdar. Sê jinên şoreşger bi awayek hovane ji aliyê îstikbarata Tirk ve hatin qetilkirin. Ev qetlîam li Parîsê qaşo navenda demokrasiyê bi komployek navnetewî pêk hat. Efrîn jî bi heman komployê hat dagirkirin û niha jî bi heman armancê dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya demokratîk a yekîtiya gelan bikin hedef û axa herêmê dagir bikin.”
 
Koordînasyonê destnîşan kir ku ew li hemberî van êrîş û komployan tekoşîn û berxwedana bi rihê Sakîneyan nûjen dikin. Koordînasyonê bang li tevahî jinan û saziyên jinan kir ku 9’ê Çileyê bi rihê Sakîne Cansiz û rêhevalên wê dakevin qadan û bersivek xurt bidin komplogeran.
 
Koordînasyonê di dawî de bang li qada navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne û xwe berpirsiyar bibînin.