TJA: Em ê li dijî komkujiyên li Parîs û Sîlopiyê bi felsefeya azadiyê têkoşînê bidin
- 13:53 4 Çile 2019
- Rojane
AMED - TJA'yê, bi minasebeta salvegera qetilkirin 6 siyasetmedarên ku li Parîsê û li Sîlopiyê hatin qetilkirin daxuyanî da û got ku ew 4 û 9'ê Çileyê wekî "Hefteya Têkoşîna li dijî Qetilkirina Siyasetmedarên Jin ên Kurd" bi nav dikin. Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li dijî kujerên qetlîama Parîs û Sîlopiyê em ê berxwedan û têkoşîna xwe mal bi mal û kolan bi kolan rêxistin bikin û bi felsefeya wê azadî bi ser keve li ber xwe bidin û hesap bipirsin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê 7'emîn salvegera qetilkirina yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nunera Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin û 3'emîn salvegera Endama PM'ê ya DBP'ê Sêvê Demîr, aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze nayir ku li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatin qetilkirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dagirker di serî de êrîşî azadiya jinê dikin û piştî ku azadiya jinê desteser dikin pergala xwe ava dikin.
Daxuyaniya TJA'yê wiha ye:
"Jinên kurd ku li dijî êrîşên pergala faşîst têkoşînê wekî erka xwe ya dîrokî dibînin, ji bo ku destkeftiyên têkoşîna jinê biparêzin li gel bedelên giran ku didin têkoşîna xwe berdewam dikin. Jinên kurd, li dijî polîtîkayên dagirkeran ên qirkj û şerxwaz bi polîtîkayên bihzkirina nûnertiya jininan têkoşîna azadiya jinê mezin dikin. Ji ber vê ye ku dewlet û hêzên îstikbaratê jinên ku ji vê têkoşînê re pêşengiyê dikn qetil dikin û ser van qetlîaman dinixumînin.
'Rêya têkoşîna jinê ronî kirin'
Em 7'emîn salvegera Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li parîsê hatin qetilkirin û 3'emîn Salvgera qetilkirin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku li Sîlopiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin ku hêz dan têkoşîna azadiya jinên cîhanê pêşwazî dikin. Sakîne Cansiz a ku wekî bê mirin be tê binavkirin û jiyana xwe tevahî di têkoşîna azadiya jinê de daye rêya azadya têkoşîna jinên kurd ronî kiriye.
'Qetilkirina Sêvê Pakîze û Fatma ne rasthatin e'
Ev êrîş êrîşa li dijî têkoşîna jinên kurd ku dewerî hev dikin e û li dijî asta têkoşîna azadiya jinên kurd e. Ev êrîş bi taybet li dijî jinên kurd û bi giştî ya li ser Gelê Kurd e. Di serî de Fransa kesên ku ku ji van komkujiyan berpirsiyar û kujerên wan vedişêrin berdewamiya polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên li dijî Gelê Kurd aşkera dikin. Sedema qetilkirina kujer Omer Guneyê ku di girtîgehê de hat qetilirin û piştî wê doz nehat ronîkirin hat gitin jî ev polîtîkayên qirêj in. Ji ber vê jî qetilkirina rêhevalên me Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze nayir ku di hefteya Komkujiya li Parîsê de hat kirin jî ne rasthatin e. Ev êrîş bi zanebûn ji aliyê dewletê ve hatiye pilan kirin û hatiye kirin. Ev hemû tiştên ku hatin jiyîn, aşkera dikin ku dewlet delîlên kuştina jinan vedişêrin.
'Em kujer û qetlîamkaran nas dikin'
Lê divê ku ev bê zanîn ku em jin qetlîamkar û kujerên xwe baş nas dikin. Ji ber vê li dijî Komkujiya li Parîs û li Sîlopiyê em ê ji bo têkoşîna azadiya jinê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û têkoşîna xwe birêxistin bikin û hesap ji kujer û qetlîamkaran bipirsin. Em bang li hemû rêxistinên jinan ên li Kurdistanî, Tirkiye û Cîhanê dikin ku li jinên di riya têkoşîna azdiya jinê de hatin qetlikirin li Parîs û Sîlopiyê xwedî derkevin û têkoşîna azadiya jinê bi hêz bikin. "