Leyla Guven ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe serîlêdan kir

  • 13:15 4 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe bi rêya parêzerên xwe serîhilêdan kir. 
 
Dayiyak Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Cevrîye (94) jiyana xwe ji dest da. Tê payin ku cenazeyê Cevriye Guven esir bê definkirin. Leyla Guven a ku di Girtîgeha Tipa E ya Amedê girtî ye, ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê da.