HDP'ê ji bo Cevriye Guven peyama sersaxiyê parve kir
- 12:24 4 Çile 2019
- Rojane
ENQERE - HDP'ê ji bo dayika Leyla Guven, Cevriye Guven peyama sersaxiyê parve kir. HDP'ê got:"Em ji bo ku dayik di nava aştî û aramiyê de û li ba hezkiriyên xwe bijîn, têdikoşin."
Dayika Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku ev 58 roj in di greva birçîbûnê de ye, Cevriye Guven (94) jiyana xwe ji dest da. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo dayika Leyla Guven, Cevriye Guven peyama sersaxiyê parve kir. Di peyamê de hat ragihandin ku HDP ji bo ku Cevriye Guven jiyana xwe ji dest daye gelek xemgîne û wiha hat gotin:"Leyla Guven berî ku dayika xwe bibîne dayika wê jiyana xwe ji dest da. Ev yek jî şerma vî welatî ye. Em ji bo ku dayik di nava aştî û aramiyê de û li ba hezkiriyên xwe bijîn, têdikoşin."
Dê cenazeyê Cevriyeyê piştî nimêja nîvro li gundê navçeya Cihanbeyliyê bê definkirin. Tê payin ku Serokwekîla Komê yê HDP'ê Fatma Kurtulan, Rêveberiya HDP'ê û parlamenterên HDP'ê beşdarî merasîma cenazeyê bibin.