Çalakvanên greva birçîbûnê tenê nayên hiştin
- 09:37 4 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê a li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 16'ê Kanûnê de hatibû destpêkirin, ev 21 roj e bi awayekî bi dewir û dorveger, didome. Gel jî çalakvanên greva birçîbûnê tenê nahêlin û diçin serdana wan.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştigriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didomin. Li Mexmûrê jî çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin. Herî dawî koma 7'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt. Komên Çalekvanan ji aliyê sazî û dezgahên wargehê ve her roj tên ziyaretkirin û tenê nayên hiştin. Dîsa ji aliyê gelê wargehê ve koma çalekvanan hat ziyaretkirin. Dayikan bi stranên xwe yên gelêrî piştgirî dan çalakvanan.
Serdana gel û saziyan bi tilîlî, çepik û dirûşmên "Bijî Serok Apo","Kesek nikare roja me tarî bike" bi dawî bû.