‘Di bin sîwana KADEM’ê de mêr xebatan dimeşînin’
- 09:09 4 Çile 2019
- Rojane
WAN - Sînem Malal ku yek ji damezrînerên Kooperatîfa Jinan a Xawesor bû û piştî hat girtin dewrî KADEM’ê hat kirin wih agot: “Niha di bin sîwana KADEM’ê de mêr xebatan dimeşînin. Di bin saziya vekirine de gelo çend jin xebatan dimeşînin? Çend jin di asta rêveberiyê de cih digirin? Çend jin di mekanîzmayên biryarê de cih digirin?”
Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin ji bo 95 şardariyên DBP’ê qeyûm hat tayînkirin û piştî vê hemû xebatên jinan hedef hatin girtin. 52 saziyên jinan hatin girtin. Li Wanê piştî sazî hatin girtin Komeleya Demokrasî û Jinan (KADEM) ku yek ji damezerînerên wê keça serokomar Tayyîp Erdogan Sumeyye Erdogan e, hat vekirin. KADEM’ê alavên saziyên jinan yên hatin girtin jî xesp kirin.
Alavên kompleksa jinan dewrî Gur KADEM’ê hatin kirin
Gur KADEM ya li Wanê wek şaxa 18’emîn hat vekirin li Payîzava jî wek Gur KADEM hat vekirin û çawa hat alavên Kooperatîfa jinan a Xawesor girt. Alavên Kompleksa Jinan jî hatin desteserkirin û dan Gur KADEM’ê.
Yek ji damezerînerên Koperatîfa Jinan a Xawesor Sînem Malal got ji bo qada îstîhdama jinan kooperatîf li Payîzava, avakirine û piştî xebatên wan potansiyela jinan derxistiye, destkeftiyên şênber jî derketine holê û got: “Me li Payîzava ku navçeyek feodal bû ji bo jinan derfetên kar derxistin holê. Di çarçoveya kooperatîfê de me kursa merşan, nexş û dirûnê, çêkirina tirşiyê, hilberîna deterjanan vekir. Jinan bi keda xwe xebatên cidî meşandin. Me berhemên xwe jî firotin marketan.”
Sînemê got di bin banê KADEM’ê de 50 jin xebitîne û piştî qeyûm hemû xebatkarên jin hatine îxrackirin û got niha li navçeyê xebatên jinan di bin sîwana Gur KADEM’ê de di bin banê mêran de tên kirin. Sîmenê her wiha bi lêv kir ku hilbijartinên herêmî nêz dibin û got ew wê şaredariyên xwe dîsa şûnde bigirin û saziyên xwe ji nû ve bidin xebitandin.