‘Leyla Guven hewl dide tarîtiya welat nîşan bide’

  • 09:08 4 Çile 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Dîrayet Dîlan Taşdemîr a HDP’î diyar kir ku pir baş dizanin ku dema tecrîd rabe wê firkên Birêz Ocalan bandorê li ser civakê bike û nikarin rejîma yek kesî ava bikin. Dîrayetê bi lêv kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe ya ketiye roja 58’emîn li dijî tarîtiya heyî têdikoşe û hewl dide vê taritiyê nîşan bide.
 
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku daxwazên Leylayê daxwazên hemû jin û gelên Tirkiyeyê ne û divê demildest ev daxwaz bên bersivandin.
 
‘Ev pêvajoyek siyasî ye’
 
Dîrayetê bi lêv kir ku biryarên darazê yên derbarê partî û parlamenteran de bi hiqûqê nikare bê vegotin û wiha got: "Girtina Leylayê bi hiqûqa li Tirkiyeyê nikare bê vegotin. Girtina wê ne hiqûqî ye. Ev pêvajoyek siyasî ye. Leylayê dema Hevserokatiya KCD’ê dikir hat girtin. Dema di girtîgehê de bû jî parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê hat hilbijartin."
 
‘Mirov nikare behsa hiqûqek serbixwe bikin’
 
Dîrayetê destnîşan kir ku di şexsê partiya wan de operasyonek tasfiyekirinê heye û wiha pê de çû: “Plan dikin, HDP’ê, siyaseta Kurd, têkoşîna jinê tasfiye bikin û rejîma yekmêrî pêk bînin. Hemû muxalefeta li dijî vê rejîmê jî hedef tê girtin. Îro siyasetmedar dijhiqûqî tên girtin. Ji Kurdan re cuda, ji Tirkan re cuda ji muxalîfan re cuda hiqûq pêk tê. Mirov nikarin behsa hiqûqek ji siyasetê dûr bikin.”
 
‘Leyla hewl dide tarîtiyê nîşan bide’
 
Dîrayetê daxuyakirin ku Leyla 58 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî destkeftiyên Kurdan mudaxaleyek cidî pêk tê. Ewil polîtîkayên xwe ji Îmraliyê dan destpêkirin. Ji 5’ê Nîsanê de tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan heye. Leyla Guven banga ‘li gorî hiqûqa xwe tev bigere’ li desthilatdariyê dike. Li Tirkiyeyê îro hemû girtî bi malbat û parêzeran re hevdîtinê dikin. Li Îmraliyê nahêlin hevdîtin pêk bê. Leyla siyasetmedarek cerebandiye. Ger pêşiya siyasetmedarek çalak li girtîgê bê girtin wê ew jî bikeve berxwedanê. Leyla bi berxwedana xwe hewl dide pêşiya vê pêvajoyê vebike û mudaxaleyî tarîtiyê bike. Ev pêvajo bi Îmraliyê ve girêdayî ye. Dizanin ku dema tecrîd rabe wê nêrînên Birêz Ocalan bandorê li ser civakê bike û ev ê jî pêşî li avabûna rejîma yekkesî û faşîzmê bigire.” 
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di anketên hatine kirin de ji sedî 70’ê civak piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê û li alî demokrasiyê ne. Dîreyetê got: “Tecrîd ne tenê li hember pêşengekî siyasî ye. Pozîsyona Ocalan pir girîng e. Leyla vê rewşê dizane û ji ber vê yekê têkoşînek wisa dimeşîne. Em ê jî têkoşîna xwe mezin bikin û bimeşînin.”