Têkoşîna jiyanê ya jina ermenî ku ji komkujiyê rizgar bûye

  • 09:05 4 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Jina ermenî ya bi navê Hatîce Denlî ango Ulrîka, di temenê xweyê 4 salî ê zarokatiya xwe de dema ku bi malbata xwe re direvin hemû malabata wê tê qetilkirin û ew bi tenê ji vê qetlîamê rizgar dibe. Ulrîke ya ku ji malbata xwe dimîne ji aliyê malbateke dêrikî ve tê xwedîkirin û mezinkirin.
 
Jina ermenî ya bi navê Hatîce Denlî ango Ulrîka, dema hîn 4 salî bûye li gel malbata  xwe bi komeke ermenî re ji bo ku xwe ji Qirkirina Ermeniyan a 1915'an rizgar bikin ji gundê Bankir ê Şemraxa Mêrdînê ku dixwazin derbas bibin bi komê re hemû ferdên malbata wê tên qetilkirin û tenê Ulrîke ji wan dimîne. Ulrîke ya ku ji malbata xwe tenê ew dimîne ji aliyê malbateke Dêrika Mêrdînê ve tê xwedîkirin û mezinkirin.
 
Ji aliyê malbatê ve ji Ulrîke re Hatîce tê gotin
 
Ulrîke bi awayekî rasthatin ji aliyê kesê bi navê Letîfko ku bi qesabiyê debara xwe dike û ji bo ku qesabiyê bike diçe gundê Balkirê ve tê dîtin. Li wê derê Letîfko ji ber ku zarokên wî tune ne Ulrîkeyê wekî ewlad ji xwe re digre û dibe Dêrika Mêrdînê. Piştî ku Ulrîke dibe ewlada malbatê keçeke wan ya bi navê Fatmajî  tê dinê û Ulrîke û Fatma bi hev re tên mezinkirin. Lê ji aliyê malbatê ve navê Ulrîke Hatîce tê danîn.
 
'Ulrîke bi mela re tê zewicandin'
 
Ulrîke ya ku ji aliyê malbatê ve di bedêla xwînê de bi kesê ku melaye re tê zewicandin û şûnde 3 zarokên wê yên bi navê Nezîr, Sultan û Hatûn jê re dibin. Piştî ku zarokên Ulrîke ango Hatîce mezin dibin jê pirsa malbata wê dikin û navê wê yê rastîn jê diprisin. Tatîce ya ku dema malbata wê di qirkirinê re tê derbaskirin 4 salî bûye dibêje ku navê wê yê rastîn Ulrîke bûye û malbata wê bi vî navî bang li wê kiriye.  Hatîce di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide û li ser gota wê dîroka ji dayikbûna wê jî 1915 hatiye nivîsandin.