'Divê em rê li ber dagirkeriyê bigirin'

  • 09:01 4 Çile 2019
  • Rojane
Rûken Goman   
 
DÊRIK - Jina bi navê Zozan Dêrik a ku ji Dêrika Rojava û di qada siyasetê de xebatan dimeşîne têkildarî geşedanên siyasî yên herî dawî de wiha got:"Divê gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad tev bigere. Bi taybet jî li dijî lîstikên dewleta tirk divê her baldar tev bigere. Ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê hemû têk biçe Tirkiye dixwaze êrîş bike. Divê em hêza xwe bikin yek û rê li dagirkeriyê bigirin."
 
Jina bi navê Zozan Dêrik a ku ji Dêrika Rojava û di qada siyasetê de xebatan dimeşîne têkildarî geşedanên siyasî yên herî dawî de diyar kir ku dê hesabê dagirkeran li hev nê û wiha got:"Ji bo gelê Kurd nebe xwedî statu dewleta tirk ji destan tê dike. Bi rê û rêbazên herî qirêj her carê êrîşên xwe nû dike. Li dijî van êrîşana hişmendiya yekîtiyê xwedî taybetmendiyek girîng e."
 
'Di dîroka dewleta tirk de her qirkirin hebûye'
 
Zozanê bal kişand ser qirkirinên dîrokî û wiha got:"Dema em li dîroka dewleta tirk binêrin her dem qirkirin pêk anîne. Di dîroka dewleta tirk de her qirkirin hebûye. Niha jî ji bo berjewendiyên xwe dijminatiya gelê Kurd dikin û dixwazin qirkirinên nû pêk bînin. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî çav bera axa Rojava dane. Lê vê carê dê hesabê Erdogan li hev dernekeve. Dê dawî li siyaseta wî ya tenê li ser esasên berjewendiyê û dijminatiya gelê Kurd hatiye avakirin, bi dawî bibe. Her wiha biryara Amerika ya kişandina leşkerên wan jî biryarek ku li ser hinek peymanên bi tirkiyeyê re hatiye dayine. Di heman demê de êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Loma li dijî van êrîşana yekîtî girîng e. Em bi îradeya gel û şervanên li Rojavayê Kurdistanê bawer in. Dê tu kes nikaribe li dijî îradeya azad bisekine." 
 
'Divê em rê li ber dagirkeriyê bigirin'
 
Zozanê herî dawî wiha got:"Divê gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad tev bigere. Bi taybet jî li dijî lîstikên dewleta tirk divê her baldar tev bigere. Ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê hemû têk biçe Tirkiye dixwaze êrîş bike. Divê em hêza xwe bikin yek û rê li dagirkeriyê bigirin. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî statu dewleta tirk ji destan tê dike. Bi rê û rêbazên herî qirêj her carê êrîşên xwe nû dike. Li dijî van êrîşana hişmendiya yekîtiyê xwedî taybetmendiyek girîng e."