ROJEVA 4'Ê ÇILEYÊ 2019'AN
- 09:00 4 Çile 2019
- Rojev
*Jina bi navê Zozan Dêrik a ku ji Dêrika Rojava û di qada siyasetê de xebatan dimeşîne têkildarî geşedanên siyasî yên herî dawî de wiha got:"Divê gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad tev bigere. Bi taybet jî li dijî lîstikên dewleta tirk divê her baldar tev bigere. Ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê hemû têk biçe Tirkiye dixwaze êrîş bike. Divê em hêza xwe bikin yek û rê li dagirkeriyê bigirin."
*Jinên Qamişloyê derbarê jiyana gund û xwezaya wê de anîn ziman ku ew bi dengê çivîkan û bêhna gul û sosinan her sibeh hişyar dibin û gotin:"Ji bo tenduristiyê û jiyanek aram gund gelek baş e. Em ji jiyana xwe ya li gund gelek kêfxweş in." DÎMEN HEYE
*Jina ermenî ya bi navê Hatîce Denlî ango Ulrîka, di temenê xweyê 4 salî ê zarokatiya xwe de dema ku bi malbata xwe re direvin hemû malabata wê tê qetilkirin û ew bi tenê ji vê qetlîamê rizgar dibe. Ulrîke ya ku ji malbata xwe dimîne ji aliyê malbateke dêrikî ve tê xwedîkirin û mezinkirin.
*Her sal li gel barîna berfê ji her deverên Tirkiyeyê gel diherike navenda şemitandinê Merga Bûtan ku bilindahiya wê 2 hezar û 800 raqim e. Jinên ku ji derveyî bajêr ji bo kaşbaziyê hatine diyar kirin ku ew dema kaşbaziyê dikin pir kêfxweş û şad dibin. BI DÎMEN
*Dîrayet Dîlan Taşdemîr a HDP’î diyar kir ku pir baş dizanin ku dema tecrîd rabe wê firkên Birêz Ocalan bandorê li ser civakê bike û nikarin rejîma yek kesî ava bikin. Dîrayetê bi lêv kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe ya ketiye roja 58’emîn li dijî tarîtiya heyî têdikoşe û hewl dide vê taritiyê nîşan bide.DÎMEN HEYE
*Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir ku kapîtalîzm û desthilatdariyê ekosîstem tune kiriye û got ji bo jiyana nû ya bi perspektîfa jin û ekolojîk bê parastin, barê mezin dikeve ser rêveberiyên herêmî. Beyzayê balkişand ser girîngiya hilbijartinên 31’ê Adarê û got hedefa wan ev e ku perspektîfa jin û ekolojiyê bikin meriyetê. DÎMEN HEYE
*G.E ya ji aliyê malbatê ve hepsê malê tê kirin û rastî şîdeta sîstematîk tê banga alîkariyê li rayedaran kir.
*Sînem Malal ku yek ji damezrînerên Kooperatîfa Jinan a Xawesor bû û piştî hat girtin dewrî KADEM’ê hat kirin wih agot: “Niha di bin sîwana KADEM’ê de mêr xebatan dimeşînin. Di bin saziya vekirine de gelo çend jin xebatan dimeşînin? Çend jin di asta rêveberiyê de cih digirin? Çend jin di mekanîzmayên biryarê de cih digirin?”BI DÎMEN
*Di meha dawî ya 2018’an de şîdeta mêr a li hember jin û zarokan berdewam kir. Di meha Kanûnê de herî kêm 22 jin û 2 bebek hatin qetilkirin, 10 jin rastî şîdetê hatin. Zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.