Çalakiya greva birçîbûnê li Helebê jî dest pê kir

  • 17:05 3 Çile 2019
  • Rojane
HELEB - Bi dirûşma “Na ji tecrîda li ser serok Ocalan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê dest bi greva birçîbûnê kir.
 
 Bi dirûşma “Na ji tecrîda li ser serok Ocalan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê dest bi greva birçîbûnê kir.  Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê konê çalakiyê li pêşiya navenda meclisê veda. Li kon pankartên bi nivîsên "Bi yekdestî ji bo azadiya serok Abdullah Ocalan rabin ser pêyan" û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şehîdan hatin daliqandin. Her wiha di kon de bi dehan malbatên şehîdan amade bûn.
 
Çalakiyê bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê endama meclisê Zelîxe Qinbir ve dest pê kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Tevahiya cîhanê li hember Komploya Navneteweyî ku projeya neteweya demokratîk û rêber Abdullah Ocalan dike hedef, bê deng e.Dewleta tirk bi serkêşiya Erdogan dixwaze bi rêya kiryarên xwe serdema Osmaniyan vegerîne û binpêkirina mafên mirovan di hemû waran de dike.  Em wek malbatên şehîdan dibêjin berpirsiyariya kiryarên dewleta tirk û karê ku dike, dikeve ser milê rêxistinên qaşo mafên mirovan.
 
Di heft salên ji şoreşa Sûriyê û bi taybet Rojava de me  herêmên xwe ji terora DAIŞ`ê rizgar kirin. Bi biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, gelek aloziyên civakî, siyasî û leşkerî li herêmê pêk hatin. Yek ji van aloziyan gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in ku gelek destkeftiyên mezin pêk anîn.
 
Ji bo wê divê gelên li ser vê axê dijîn, bi tenê serkeftin û berxwedanê bixwazin. Di dawiya de, em şêniyên Helebê û ji hemû hêz û saziyên navneteweyî re radigîhinin ku em ê li pêş siyaseta Tirkiyê bisekinin û bi hebûna hêzên me YPG`ê û YPJ`ê em ê nehêlin xeyalên wan pêk werin."