HDP li Amed û Stenbolê li dijî tecrîdê mitîngan li dar dixe
- 15:47 3 Çile 2019
- Rojane
AMED - HDP ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirîna Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan didomin dê bi dirûşma; "Demokrasî, Azadî û Edalet" li Amed û Stenbolê mitîngan li dar bixe
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin 57 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Bi heman armancê li 23 girtîgehan jî 91 girtî, li Hewlêrê endamê HDP'ê Nasir Yagiz 44 roj in û li Strasbourgê 15 kes 3 hefte ne di greva birçîbûnê de ne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û çalakiyên grevê birçûbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê hat destpêkirin û didome dadikeve qadan.
Di vê çarçoveyê de dê di 19’ê Çile de HDP li Amed û Stenbolê bi awayekî girseyî mitîngên herêmî bi dirûşma "Demokrasî, Azadî û Edalet" li dar bixe. Ji bo ku her du mitîng jî bi girseyî derbas bibin, hem li Tirkiyeyê û hem jî li bajarên herêmê ji niha ve amadekariyên mitîngan hatine destpêkirin.
Ji bo mitînga Amedê dê ji sibê heta 8’ê mehê li hemû navçe û bajarên herêmê civînên gel bên lidarxistin. Wek naverok di van civînan de tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bên nirxandin û di dawiya civînan de gel ji bo mitîngê bê vexwendin.
Hat zanîn ku dê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî beşdarî mitîngan bibin û di rojên pêş de dê ji aliyê HDP’ê ve têkildarî mitîngan agahiyên berfirehtir bên dayîn.