Koma 7’emîn greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewir girt
- 13:51 3 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 7'emîn ve hate dewirgirtin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Di roja 19'an de ji aliyê koma 7'emîn ve çalakî hate dewirgirtin. Koma 7'an ji 7 mêr û 11 jinan pêk tê.
Piştî qezeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, li ser navê Komîteya Amedekar a Çalakiya Greva birçîbûnê Fîlîz Budak axivî û got: “Em bi çalakiyên xwe ketin sala 2019’an. Em bi serhildan, berxwedan, hest û daxwazên azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ketin sala nû. Hemû kesên ku îro di seranserî cîhanê bi taybet jî di girtîgehan de di çalakiyên greva birçîbûnê de ne silav dikin.”
Fîlîz Budak diyar kir ku wê îsal bibe azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê.
Ji çalakvanên koma 6'emîn Îsmaîl Uçar jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi plangeriyê destpê kir û got: “Armanca me ya greva birçîbûnê, netenê rakirina vê tecrîda girankirî ye, armanca me ya yekemîn rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê yekê jî bila dewleta Tirk û dewletên komploger baş bizanibin, em wekî ciwan û wekî gel dest ji daxwaza azadiya Rêber Apo bernadin.”
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmayên ‘Bijî Serok Apo,’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.