Derbarê geşedanên dawî de li Hesekê civîn hat lidarxistin
- 11:49 3 Çile 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanca ravekirina geşadanên dawî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, civînek ji bo HPC û HPC-JIN'ê hat lidarxistin. Di civînê de hat ragihandin ku ji bo li dijî dagirkeriyê têkoşîn mezin bibe divê yekîtî esas bê girtin.
Derbarê rewşa dawî û gefên Erdogan ên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê, civînek ji endam û rêveberiyên HPC û HPC-JIN'ê re, li gundê Xera ê Çiyayê Kizwanan a girêdayî bajarê Til Temir a Kantona Hesekê, hat lidarxistin. Di civînê de Rêveberiyên HPC û HPC-JIN amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin:"Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdên azadiyê bi ser ketiye. Di tevahî qadê jiyanê de xwe birêxistinkirin lewma bandor li cîhanê kir. Amerîka di 2014'an destek da YPG'ê niha biryar daye xwe vekişîne. Em bi hêza gelê xwe yê şoreşger û hêzên xwe ên fedayî bawer in lewma çiqas me tenê bihlêlin jî em ê berxwe bidin."
Di dawiyê de bang li tevahî gel û bi taybet li jinan hat kirin ku xwe perwerde bikin û hêza xwe ya cewherî xurt bikin.