Li Baglarê mirina jinekê ya bi gûman
- 10:06 3 Çile 2019
- Rojane
AMED - Li navçeya Baglarê jinek di saetên şevê de ji ber sedeke ku nehat zanîn bi întîharê re rûbirû hat hiştin û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Bagcilar ya Baglara Amedê jina bi navê Sînem Atili a 18 salî, bi întîharê re rûbirû hat hiştin. Sînem li sîteya ku lê rûdinşt xwe ji qatê 7'an avêt û jiyana xwe ji dest da. Sînem a ku hat îdakirin întîhar kiriye, rewşa wê wekî mirina bi gûman di girtekan de cihê xwe girt.
Tîmên tendirûstiyê ku li ser agahiya kesên derdorê hatin cihê bûyerê diyarkirin ku Sînemê jiyana xwe ji dest daye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.