‘Mîrateya 3 jinên ji bo gel mirin dan ber çavan li zindanan mezin dibe’

  • 09:02 3 Çile 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Sîlopiyayê hatin qetilkirin, 3 sal di ser bûyerê de derbas bû. Dayika Fatma Uyar, Hatîce Uyar diyar kir ku her sibeh ewil li gora keça xwe ya li hember mala wan e, dinêre û dest bi rojê dike. Hatîceyê diyar kir ku berxwedana her sê jinên ku ji bo vî gelî dan destpêkirin îro li zindanan bi pêşengiya jinan tê meşandin.
 
Li Sîlopiyaya Şirnexê di 14’ê kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di qedexeyê de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, endama KJA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyayê Pakîze Nayir di 4’ê Çileyê 2016’an de hatin qetilkirin. 
 
Tevî ku di ser bûyerê de 3 sal derbas bûye jî dosya derbarê bûyerê de hat amadekirin sala borî biryara ‘sînorkirinê’ dan ser. Yek ji kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da Fatma Uyar bû. Dayika wê Hatîce Uyar axivî û got keça wê Fatma hevala partiyê bûye û got Fatma ji biçûkatiyê de di nav xebatên jinan de cih girtiye.
 
‘Ez ê ligel gelê xwe vê pêvajoyê pêşwazî bikim’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku Fatma li Şirnexê hatiye dinê û mezin bûye, heta pola 5’an xwendiye û piştre nexwestiye biçe û got: “Fatma ji 12 saliya xwe de çû partiyê. Bi evînek mezin têkoşîn meşand. Piştre tevlî xebatên meclîsa ciwanan bû. Du sal derbas bû hat girtin. 5 salan di girtîgehê de ma. Piştre çû Serhedê xebat meşand. Di qedexeyan de vegeriya Sîlopiyayê. Me got tu çima hatiye? Wê jî got ‘Ez dixwazim di vê pêvajoyê li cem gelê xwe bim, ez ê heta dawiya jiyana xwe li vir bim’. Bi rastî jî wisa bû.”
 
‘Her tim ligel Sêvê û Pakîzeyê bû’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Fatma jinek gelek jîr bû û ev tişt daxuyand: “Hevala partiyê bû. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Ew, Sêvê û Pakîze her tim li cem hev bûn. Lê min nizanibûn ligel hev in. Dema şehîd ketin ez hîn bûm ku li cem hev bûne.Wek bûyera Parîsê 3 jin qetil kirin. Piştî her sê jin qetil kirin qedexe jî zêde berdewam nekir.”
 
Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gora keça wê li hember mala wan e û wiha got: “Ez her sibeh li gora wê dinêrim û dest bi roja xwe dikim. Ez bi keça xwe ser bilind im. Ez tu car têkoşîn û berxwedana wê ji bîr nakim. Ez ê her tim di riya wê de bimeşim. Her sê jinan ji bo gelê xwe mirin dan ber çavê xwe. Mîrateya wan deynê me ye. Niha berxwedana wan li zindanan ji aliyê jinan ve tê meşandin.”