Ji bo çalakiya Leyla Guven piştgirî: Roja wijdan, îman û ahlaq e

  • 09:01 3 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê dengê Leyla Guven a ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe ketiye greva birçîbûnê, bê bihîstin û gotin: “Belê bi dewletê re hiqûq nemaye, gelo bi civakê re jî wijdan nema ye? Îro roja wijdan, îman û ehlaq e.”
 
Çalakiya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kir di roja 56’emîn de didome. Piştgiriya ji bo çalakiya Leylayê ji her derê didome û herî zêde jî jinan piştgirî dan.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, çalakî û daxwazên Leyla Guven ji ajansa me re nirxandin.
 
Divê tecrîd rabe
 
Ji Meclîsa Dayikê Aştiyê Perîhan Akbulut da zanîn ku divê her kes hestiyariyê nîşan bide û wiha got: “Belê di dewletê de hiqûq nema ye. Gelo ma wijdan jî nema ye? Divê polîtîkayên li girtîgehan, li derve û tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Bila her kes bibe dengê Leylayê. Divê bi awayekî ev tecrîd bê şikandin. Ev sedsale em vê zilmê dijîn. Lê em teslîmî vê zilmê nebûn. Em li dijî tecrîdê têdikoşin.
 
‘Roja wijdan, îman û ahlaq e’
 
Perîhanê televîzyona TRTKurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê jî rexne kir û wiha pê de çû: "Dibêjin em rewşenbîrên Kurd in, behsa eşîran dikin. Ez jî bang li wan dikim. Bi sedsalan e hewl didin Kurdan tune bikin, bikujin û înkar dikin. Bila destên xwe bidin ser wijdana xwe. Bila hişê xwe bidin serê xwe. Îro tiştek bi Leyla Guven bê wê çawa hesab bidin. Îro roja wijdan, îman û ahlaq e. Hinek li malên xwe rûdinin. Hinek bedena xwe didin ber mirinê."
 
‘Divê dayik bi hev re têbikoşin’
 
Aklîme Kesîn jî bertek nîşanî bêdengiyê da û got: “Saziyên navneteweyî jî li dijî tecrîdê bêden gin. Em wek dayik vê bêdengiyê qebûl nakin. Dewlet wê heta kengî komkujiyan bike? Wê heta ku derê xwînê birjîne? Kes bi xwînê bi ser neket. Îro ji Tirkiyeyê re aştî pêwist e. Ger hemû dayik bibin yek wê aştî pêk bê. Em mirina kesî naxwazin.”
 
Nuriye Oncel jî destnîşan kir ku divê welatên Ewropa û hemû cîhan li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin û wiha dawî lê anî: “Em her tim di bin zextan de ne. Girtî her tim di bin zextan de ne. Bila êdî li dijî geşedanan bêdeng nemînin. Em aştiyê dixwazin. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em tecrîdê qebûl nakin. Bila hemû cîhan tecrîdê bibîne. Leyla di grevê de ye. Girtî di grevê de ne. Gelo van geşedanan qet nabînin.”