Li Akademiya Jiyan Erdem dewreyek perwerdeyê dest pê kir
- 15:49 2 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Akademiya Şehîd Jiyan Erdem dewreyek perwerdeyê ya bi navê ‘Dewreya Perwerdeyê ya Delal Amed’ da destpêkirin.
Li Akademiya Şehîd Jiyan Erdem a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi (Mexmûr) dewreyek perwerdeyê hat destpêkirin. Di salona akademiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yek ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz, Jiyan Erdem, Arîn Mîrkan û gelek pêşengên jin hat aliqandin. Vebûna dewreya perwerdê bi tevlîbûna Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê, rêveberên Meclisa Îştar, Wexfa Jinên Mexmûrê, rêveberên jin ên wargehê li gel endamên saziyan û meclisên semtan hat kirin. Dewre weke ‘Dewreya Perwerdê ya Delal Amed’ hat vekirin. 28 jin tevlî dewrê bûn. Heya niha ev dewreya 12’an e di bin banê Akademiya Şehîd Jiyan Erdem de tê dayîn. Her dewre bi serkeftin dawî bûye û xwendekarên dewrê hemû tevlî xebatên nava wargehê bûne. Piştî deqeyek rêxgirtinê axafina vekirinê ji aliyê Rêvebera Meclisa Îştar Cîhan Çiya ve hat kirin.
Cîhan di serî de xêrhatina hemû mêvanan kir û got: “Em dewreyê diyarî pêvajoya nû dikin. Li çar aliyê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê gel di nava berxwedanek mezin de ne. Di pêvajoyek wiha de destpêkirina dewreyê hişmendiya xwe li gorî sala nû daye avakirin. Di nava vê pêvajoya herî dijwar de dilê her mirovê ji serkeftinê re lê dide xwe tevlî pêvajoyê dikin. Sala derbasbûyî heya ketina sala nû îşaretên wê ji tevahî cîhanê re tên dayîn her çendî tehdîd hene jî jinên kurd li gorî giyana pêvajoyê xwe tevlî çalakiyan dikin. Ev jî dide diyarkirin ku dê jinên kurd pêşengên demê bin. Li gorî wê jî dê jin xwe li gorî giyana demê amade bikin û bibin bersiva hemû êrîşên ser gelê me tên kirin. Dê ev jî yekbûna ramanî di nava hemû gelên Rojhilata Navîn de çê bike. Em ê li hemberî hemû êrîşan pergala xwe ava bikin.”
‘Bi pêşengiya jinan serkeftin a me ye’
Cîhan hesasiyeta pêvajoyê jî wiha anî ziman: “Ger em li gorî giyana pêvajoyê tev bigerin, em ê xwe bigihînin rastiya Rêbertiya xwe. 92’an di kesayeta heval Bêrîtan de me îxanet têk bir, sala 96’an di kesayeta heval Zîlan de komplo vala hat derxistin. Di sala 99’an de gelek kesayetên fedayî derketin pêş. Di sala 2019’an de jî di kesayeta Leyla Guven de derket holê ku em jinên kurd, em ê hemû êrîşên navdewletî li ser kurdan vala derbixin. Bernameyên em didin pêşiya xwe jî li ser bingehê felsefeya Rêberê me ye. Ji deverên weke Afrîka jin tên bi felsefa Rêber Apo dijîn. Ji dersa waneya perwerdê heya waneya dawiyê ser bingehê avakirina pergalek nû ye.”
Mamosta û xwendekarên akademiyê jî sedema vekirina dewreyê di pêvajoyek wiha de nirxandin.
Ji mamosteyên akademiyê Bêrîvan Îşlek jî sedemên destpêkirina dewreya perwerdê nirxand û got: "Di bin banê Akademiya Şehîd Jiyan de me dewreyek perwerdeyê vekir. Ji bo pêşerojê amadekirina jinan me pêdivî bi perwerdeyek wiha dît. Ji bo em bi pêvajoyê re bibin yek hewceye em xwe perwerde bikin. Dewreya me piranî jinên ciwan in. Hewceye jin xwe perwerde bikin ji bo bikarin bibin bersiva êrîşan li hemberî êrîşan. Perwerdeya me di çarçoveya jineolojî de wê bê dayîn. Em şanaz in ku bi jimarek wiha mezin a jinan bi hev re perwerde dibinin û zaninên heyî bi hev re parve dikin.
Ji xwendekarên Akademiya Şehîd Jiyan Nesrîn Guzel jî destnîşan kir ku weke jinek ciwan hewceye wan bi perwerdeyê heye û wiha domand: “Hewceye di hest, vîn û kesayetê de em xwe pêş bixin. Em jin divê xwe bigihînin astek bilind û bikarin ser wê pêşengiyê ji wargeha xwe re bikim. Armanca min ew e ku weke jinek ciwan bi hêz ji vê perwerdeyê derkevim û bigihim astek bilind a pêşengiya gelê xwe. Hêvîdar im hemû jinên tevlî perwerdeyê bûne li gorî armancên xwe yên mezin bijîn."
Xwendekara bi navê Evîn Şirnexî jî armancên xwe yên hatina perwerdeyê wiha anî ziman: “Ji bo em bikaribin kesayetek bihêz bin û azad bin me xwest em tevlî perwerdeyê bibin. Ji bo ku em bikaribin hişmendiya mêr a jinan biçuk dihêle bidin guhertin em ê bi hêza jinê bi ser keftî dewreyê bi dawî bikin.”
Piştî nirxandinan xwendekar ketin salona akademiyê û dest bi waneya destpêkê kirin.